Li Şengal, Kerkûk û Pêncewînê pîrozbahiya 8’ê Adarê

Li Şengal, Kerkûk û Pêncewînê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi şahiyên cuda hatin pîrozkirin.

Li navenda Şengalê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê şahiyek ji aliyê TAJÊ ve hate lidarxistin. Di pîrozbahiyê de jinên Şengal û Yekitiya Jinên Ciwan ên Êzidî amadebûn.

Li cihê pîrozbahiyê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên TAJÊ hatibûn hilawistin.

Di destpêka pîrozbahiyê de ji bo giyanê tevayî şehîdên Tevgera Azadîxwaz a Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Piştre jinan guhdarî nirxandinên Ocalan yên têkildarî 8'ê Adarê kirin.

Piştre li ser navê TAJÊ, Dayê Emşê axaftinek kir. Emşê di axaftina xwe de got: "Ez 8'ê Adarê li tevahî jinên cîhan, jinên Êzidî û Rêber Apo pîroz dikim."

Piştî axaftinan Koma Bûka Baranê derket ser dîkê û çend parçeyekî stranan pêşkêş kirin.

Piştre jî endamên YJŞ'ê şanoya ku amadekiribûn pêşkêş kirin.

Şahî bi stranên Koma Yezda berdewam kir.

PÊNCWÊN

Li navçeya Pênciwên a Silêmaniyê Dibistana Banû ya Keçan bi şahiyekê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê pîroz kir. Pîrozbahiyê bi sîrûda Ey Reqîb destpê kir. Piştre pêşangehekî şêwekarî ji bo berhemên xwendekaran hate vekirin. Herwiha di pîrozbahiyê de şanoyek a jinan dilîst hate pêşkêşkirin.

Her wiha di çalakiyê de Koma keçan a Nînca ku li Başûrê Kurdistanê yekane koma keçan a karateye derkete ser dikê. Koma Muzîkê ya Seher jî ser kete ser dikê û çend stran got.

Di dawiya pîrozbahiyê de Navenda Werziş û Ciwanan a Pênciwanê dayikên li Pênciwên xwedî rolên girîng bûn xelat kirin.

KERKÛK

Li Kerkûkê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê şahiyek ji aliyê Komeleya Hêvî ya Iraqê ya ji bo Mafên Jinan û Rêxistina Yunamî ve li Navenda Rewşenbîrî ya Kerkûkê hate lidarxistin. Di şahiyê de xwendekarên jin ên çend dibistanek amadebûn.

Di destpêka pîrozbahiyê de pêşangehek ya wêneyan ku ji aliyê xwendekarên jin ên Kerkûkê ve hatibûn amadekirin hate nîşandan. Di wêne û tabloyan de êş û astengiyên ku li Kerkûkê derdekivin pêşberî jinên Kerkûkê hatibûn xêzkirin.

Piştre Berpirsa Komeleya Hêvî ya Iraqê ya Şaxê Kerkûkê Sirud Ehmed, axivî û got: "Me îro bi alîkariya Rêxistina Yunamî beşek ji xwendekarên Kerkûkê ji bo pîrozbahiyên 8'ê Adarê vexwendine vêderê. Herwiha em dixwazin astengiyên li pêşiya jinan rakin. Bi taybet di aliyê civakî de. Ji berku jin hîn di temenê 15 ta 18 salî de rastî astengiyên zêde tên û rê nayê dayîn jin bi azad jiyan bikin. Ji bo vê ji niha û şûnde wê hewildanên me hebin ku astengiyên li pêşiya jinan heyî em rakin."

Piştre ji aliyê Amadeyî ya Hawraman a Jinan ve şanoyek bêdeng hate pêşkêşkirin. Naveroka şanoyê jî li ser êş û astengiyên li hemberî jinan heyî bû.

Herwiha şahiyê bi gotina çend parçeyekî stran û helbestan berdewam kir.