Li Şemzînanê wesayîta zirxî hate îmhakirin

Gerîlayan li dijî wesayîta zirxî ya Kobra û leşkerên li dora wê çalakiyeke sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiyê de wesayîta zirxî hate îmhakirin, leşkerek hate kuştin û 4 leşker jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan û êrîşên dagirker ev daxuyanî da.

COLEMÊRG

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, hêzên me ji bo protestokirina komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê, di 5’ê Cotmehê de li ser rêya di navbera Rûbaroka Şemzînana Colemêrgê û Qada Tepê Xwedê de li dijî wesayîya zirxî ya Kobra û leşkerên li dora wê çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de wesayîta zirxî hate îmhakirin. Bi qasî ku hate tespîtkirin leşkerek hatiye kuştin, 4 leşker jî birîndar bûne. Yekîneya me ya ku ev çalakî li dar xistine, bi selametî vegeriyane baregeha xwe.

Di 1’ê Cotmehê de artêşa Tirk a dagirker li dijî Qada Pirê ya Çelêya Colemêrgê êrîşeke hewayî li dar xistiye. Di vê êrîşê de 2 rêhevalên me şehîd bûne. Em ê nasnameya hevalên xwe yên şehîd piştre ragihînin.

Di 4’ê Cotmehê de balefirên şer qada Deşta Xanê ya Çelê bomberdûman kirine. Di vê bomberdûmanê de tiştek bi hêzên me nehatiye.

BEDLÎS

Di 5’ê Cotmehê de saet di 19.00’an de hêzên me li dijî îstasyona bazê ya li qada Şehîd Mizgîn a navçeya Tetwanê ya Bedlîsê çalakiyeke sabotajê li dar xistiye. Di vê çalakiyê de îstasyona bazê hatiye îmhakirin.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Di 6’ê Cotmehê de (Îro) saet di 07.30ân de balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker derdora Deşta Nehlê û gundê Çemrobotkî yên qada Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kirine. Di vê bomberdûmanê de tiştek bi hêzên me nehatiye û agir bi daristanê ketiye.

2 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

Di 5’ê Tîrmehê de hêzên me li nêzî gundê Sartos ê Pilûra Dêrsimê li dijî klubeyek nobetê çalakiyek li dar xistibûn. Piştî vê çalakiyê operasyon hatibû destpêkirin. Di şerê vê operasyonê de rêhevalê me Brûsk (Yûsûf Bencîk) şehîd bûye. Nasnameya hevalê me yê şehîd wisa ye:

Nasnav: Birûsk Riha

Nav û paşnav: Yûsûf Bencîk

Cihê jidayikbûnê: Riha

Navê dê û bav: Raşîde - Hanî

Dîrok û cihê şehadetê: 5’ê Tîrmeha 2019’an/Dêrsim

Di 21’ê Tîrmehê de jî artêşa Tirk a dagirker li qada Kara Cehennem a Çewligê operasyonek dabû destpêkirin. Di vê operasyonê de rêhevalê me Têkoşer (Nesîm Atay) şehîd bûye. Nasnameya hevalê me yê şehîd wisa ye:

Nasnav: Têkoşer Awaz

Nav û paşnav: Nesîm Atay

Cihê jidayikbûnê: Mûş

Navê dê û bav: Guvercîn - Abdurrahîm

Dîrok û cihê şehadetê: 21’ê Tîrmehê 2019/Çewlig

Malbatên hêja yên rêheval Birûsk  û Têkoşer di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê xwedî li têkoşîna şehîdên xwe derkevin û em ê mîrateya wan bigihînin serfiraziyê.”