Li Şemzînanê hevdîtina ‘Dema azadiyê ye’

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk li Şemzînanê axivî û got “Dema desthilatdariya AKP û MHP’ê qediyaye.”

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û Hevseroka Giştî yê DBP’ê Salîha Aydenîz li Colemêrg û navçeyên wê di çarçoveya kampanyaya ‘Dema azadiyê ye’ bi gel re civiya. Heyet çû serdana gundên Garê, Gulankê, Qeleşk û Şaûrtê yê Şemzînanê.

Ozturk diyar kir ku gelê Kurd ji demên berê ve ji tu neteweyan re koletî nekiriye û got “Gelê Kurd dixwaze jiyaneke wekhev bijî. Lê dewleta Tirk ji roja pêşînv e bi polîtîkayên înkar û îmhayê gelê Kurd qetil kir.”

Ozturk diyar kir ku desthilatdariya AKP û MHP’ê li ber têkçûnê ye û got “Êdî dema dewra desthilatdariya AKP û MHP’ê qediyaye. Bêyî gelê Kurd êdî tu partî nikare bibe desthilatdar. Rola gelê Kurd wê gelek tiştan diyar bike.”

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî diyar kir ku bi saya berdêlên li Başûr û Rojava cîhanê gelê Kurd nas kiriye û got “Dinya êdî dizane ku gelê Kurd alîgirê aştiyê ye. Gelê Kurd dixwaze bi çand û zimanê xwe bijî. Dewleta Tirk êdî ji aliyê çeteyan ve tê birêvebirin, êdî nikarin tiştekî ji civakê re bikin.”