Li Şemzînanê çalakiya gerîla
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiya li navçeya Şemzînan a Colemêrgê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiya li navçeya Şemzînan a Colemêrgê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniya nivîskî de ev agahî hatin dayin: "Roja 11'ê Mijdarê saet di 10.30 de, hêzên me li mintiqeya Tepê Xwedê yê li herêma Adilbeg a li navçeya Şemzînan a Colemêrgê li dijî artêşa TC a dagirker çalakiyek pêk anîn. Derbên xurt li çeperên dijmin hatin xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêtin herêmê."