Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku Pêngava Şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş didome.
Daxuyaniya HPG’ê wisa ye:
“3’yê Tîrmehê saet 08.00’an hêzên me li Şemzînanê li girê Sîvrî bi ser kontrayan de ku xebatên rê dikirin çalakiyek li dar xistine. Hêzên me ji nêz ve li kontrayan xistine, di encamê de 5 jê hatine kuştin û 1 jê birîndar bûye. Piştî çalakiyê hêzên dagirker herêm dane ber tang û obûsan.
Hêzên me heman rojê saet 14.00’an li dijî leşkerên dijmin ku xwestine bikevin qadê çalakî kirine. Li vir hejmara kuştî û birîndar ên leşkeran baş diyar nebûye.”