Li Şaxê nelirêtiya AKP’ê bi dîmenan hate qeydkirin

AKP’yiyan li Şaredariya Şaxê dest bi nelirêtî û şerê rantê kirin.

AKP’yiyan li Şaredariya navçeya Şaxê ya Wanê ku di sala 2016’an de qeyûm hatibû tayînkirin û di hilbijartina 31’ê Adarê de 2 hezar û 500 hilbijartin veguhestibû, dest bi ‘mesayîya nelirêtiyê’ kirin.

Namzetê AKP’ê Abdurrehman Şeylan ê cerdevan ku piştî qeyûm peywira şaredariyê girt li Şaxê dest bi şerê rantê kir. Qeyûm Hamza Turkmen ku nexwest AKP’yî rantê bigrin, rageşiya di navbera Şeylan û qeymeqam de didome de, AKP’yî pêdiviyên şaredariyê ji bo xizmeta xwe bi kar tînin. Şeylan ê AKP’yî û xizmên wî ji bo ku rantê nedin Qeyûm Turkmen 24 saetan ji nava şaredariyê dernakevin. Di dîmenên dawî yên derketin holê de nelirêtiya tê kirin diyar dibe.

GAZÊ DIXE WESAYÎTA XWE

Serokê Navçeya Şaxê yê AKP’ê Tahsîn Badûr ku bi wesayîta xwe ya taybet a plakeya 34 HY 8045 tê Şaredariya Şaxê li vir gazê dixe wesayîta xwe. Dîmenên ku Babûr gazê dixe wesayîta xwe ji aliyê gel ve hatin kişandin û gihiştin ANF’ê.