Li Îranê cezayê îdamê li girtiyekî Kurd ê ji Rojava hate birîn

Dadgeriya rejîma Îranê, ku beriya niha 7 sal cezayê girtîgehê li Kemal Hesen Remezan ê ji Rojava birî bû, li gorî dosyaya nû ya Îtlaatê cezayê îdamê lê birî. Cezayê îdamê ji aliyê Şaxê Dadgeha Şoreşê ya 3. a Ûrmiyê ve hate erêkirin.

Dadgeriya rejîma Îranê, cezayê îdamê yê li girtiyê siyasî yê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Kemal Hesen Remezan (31) birî bû, erê kir. Remezan di sala 2011'an de li ser sînorê Makû-Ûrmiyê ji aliyê îstîxbarata Îranê Îtlaatê ve bi du kesan hate girtin. Di destpêkê de, ji endametiya PKK'ê 10 sal cezayê girtîgehê li Remezan hate birîn. Lê belê piştre bi dosyaya nû ya Îtlaatê, ev hikum hate betalkirin û cezayê îdamê lê hate birîn.

Li gorî agahiyên ji aliyê Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ve hate dayîn, Şaxê Dadgeha Şoreşê ya 3. a Ûrmiyê, biryara îdamê ji Zindana Navendî ya Ûrmiyê re şand û rêveberiya girtîgehê jî ceza li rûyê Remezan xwend. Dosya Remezan, ku beriya niha li Şaxê Dadgeha Şoreşê ya 6. a Ûrmiyê du rûniştin lê hate dîtin, di meha Mijdara 2016'an de ji Şaxê Dadgeha Şoreşê ya 1. a Ûmriyê re hate şandin. Di vê dema ku darizandina Remezan dewam dikir de, cezayê îdamê hate erêkirin.

Rewşa sosret a darizandina îstîxbaratê û rejîma Îranê ne tenê ev e. Remezan, di Tîrmeha 2011'an de tevî du welatiyên ji Makû li nava eyaleta ûrmiyê ji aliyê îstîxbara Îranê ve hate girtin û 4 mehan ji aliyê Îtlaatê ve hate darizandin. Di 14'ê Tîrmeha 2015'an de ji ber 'endametiya PKK'ê 10 sal û rojek cezayê girtîgehê li Remezan û hevalên wî hate birîn. Û ev ceza daxistin 7 salan.

Piştî daxistina ceza, Îtlaat dîsa kete dewrê û hat hînbûn ku di Sibata 2016'an de Remezan radestî yekîneya Îtlaatê ya li Girtîgeha Ûrmiyê kirine. Hat ragihandin, 2 mehan îşkenceya giran li Remezan hate kirin û zext lê hate kirin ku li pêşberî kamerayan baxive. Piştre Remezan di 10'ê Kanûna 2016'an de 8 rojan, di 26'ê Kanûna 2016'an de jî 10 roja li navedan Îtlaatê îşkence lê hate kirin.

Piştî vê îşkenceyê, der heqê Remezan de dosyayek li ser kuştina payebilindekî Îtlaatê hate amadekirin, ku ev kes berî 10 salan ji aliyê kesên nediyar ve hatiye kuştin. Şaxê Dadgeha Şoreşê ya 1. a Ûrmiyê, bi îdîaya 'Endametiya PJAK'ê û rakirina çekan li dijî rejîma Îranê' der heqê Remezan de dosya amade kir û şand ji Şaxê Dadgeha Şoreşê ya 3. a Ûrmiyê. Biryara îdamê jî ji aliyê Dadgehê Şaxê Dadgeha Şoreşê ya 3. a Ûrmiyê Mehdî Dadpûr ve hate erêkirin. Hat ragihandin, ku dadgehê biryar li rûyê Remezan nexwendiye, biryar ji rêveberiya girtîgehê re hatiye şandin û rêveberiya girtîgehê jê re xwendiye.