Li Êlihê xebatkara navenda çandê hate girtin

Li Êlihê xebatkara Navenda Çanda Baharê Zîlan Kaya hate girtin.

Li Êlihê duh berêvarî bi ser mala xebatkara Navenda Çand a Baharê Zîlan Kaya de hate girtin. Piştî lêgerînên li malê hate kirin, Kaya bi hinceta ku di 17’ê Kanûnê de kevir avêtiye koma hatî ber avahiya bajêr a Şirnexê, hate destgîrkirin.

Kaya ya ku hatî destgîrkirin destpêkê birin Midûriyeta Emniyeta Êlihê ji wir jî birin Midûriyeta Emniyeta Şirnexê. Kaya ya ku li vir îfadeya wê hatî girtin, derxistin dozgeriyê.

Dozgeriyê daxwaza girtina Kaya kir, Kaya ku li Dadgeha Cezayê Silhê ya Şirnexê derketî hate girtin.

Kaya şandin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.