Li Êlihê kesekî ji ber kar jiyana xwe ji dest da

Li Êlihê, ji ber ketina îskeleyê karkerekî jiyana xwe ji dest da.

Li Êlihê ji ber ketina îskeleyê karkerekî jiyana xwe ji dest da.

Di dema boyaxkirina avahiya Midûriyeta Herêmê ya Êlihê ya 16'emîn a şîrketa Anonîm a Elektrîkê (TEÎAŞ) de karkerekî jiyana xwe ji dest da.

KESEK MIR, 2 KES JÎ BIRÎNDAR BÛN

Hostayên boyaxkirinê yên şîrketeke taybet, dema ku îskeleya ji hesin çêdikir, îskele rûxiya. Ji karkerên ku xwe ji bo boyaxkirinê amade dikirin 3 karker di binê îskeleyê de man. Ji her sê karkerên ku birîndar bûn Alî Ogûz (32) jiyana xwe ji dest da.

Hate ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya 2 karkerên birîndar baş e.