Li Êlihê hişyariya ‘provakasyona bi destê dewletê’

Şaxa Êlihê ya ÎHD’ê ragihand ku hin kesên ku xwe wek polîs dan nasîn û bi gefxwarina li ciwanan hewldan provakasyonê bikin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Êlihê têkildartî gefên li endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê tên xwarin, li Parka Ataturkê daxuyanî da. Parlementerê HDP'ê Necdet Îpekyuz, aktivîstên Tevgera Jinên Azad, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêvebirên HDP'ê û endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê tevli daxuyaniyê bûn.

Endamê ÎHD'ê Parêzer Mehmet Akîf Akin daxuyanî da. Akin, diyar kir ku di 3 mehên ewil ên sala 2022'yan de 6 kesan ji ber zextan, gefxwarinê û ferzkirina sîxurtiyê serî li komeleya wan dane. Akin, diyar kir ku ên serî li komeleyê dane endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê bûne.

Akin, bilêv kir ku kesên li navendên binçavkirinê tên ragirtin berî îfadeya qanûnî û bêyî parêzer îfadeyeke bê qanûnî li wan tê ferzkirin û got: "Ev pêkanînên kêfî carinan wekî revandin, îşkence û muameleya xirab, heqaret û gefxwarinê ne. Kes li wesayîta in kesên nenas tê siwarkirin, bia wayekî çavgirtî tê revandin, bi rojan tê derbkirin û li cihekî tenha tê berdan."

Akin, anî ziman ku ciwanekî di 26'ê Sibatê de serî li wan daye û gotiye kesên xwe wekî polîs dane naskirin jê re gotine êrişî marketên wekî BÎM, A101 û ŞOK'ê bike û têxe stuyê HDP'ê.

Parlementerê HDP'ê Necdet Îpekyuz jî diyar kir ku ev êrişên sîstematîk ên li hemberî ciwanan hewldaneke probakasyonê ye û got: "Êlih, devereke ku herî zêde cinayetên kiryar nediyar lê çêbûne. Midûriyeta polîsan ku hema bibêje hemû liv û tevgerên me dişopîne, ger ji bo vê tiştekî neke, wê bibe sûcdar. Dozger neke, ê bibe sûcdar. Armanca van êrişan tepisandina ciwanan e. Bila tu kes li Êlihê nede dû provakasyonan."

 Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.