Li Êlihê gel li ber xwe dide: Bê Serok Jiyan nabe
Polîsan êrîşî girseya ku bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan kirin. Gel bi dirûşmeyan bersiv dan êrîşê.
Polîsan êrîşî girseya ku bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan kirin. Gel bi dirûşmeyan bersiv dan êrîşê.
Çalakiyên piştî darbeya qeyûmê ya li ser Şaredariya Êlihê dewam dikin. Gelê ku ji Parka Yilmaz Guney heta Xaçerêya Basinê meşiyan, li ber stranan govend gerandin.
Piştî gotina stranan, polîsan bi gaza îsotê û ava şid êrîşî gel kirin. Gel bi dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, “Jin jiyan azadi”, “Berxwedana Jiyane”, “Bê Serok Jiyan Na be” û “Erdogan tû kurbana Ocalan” bersiv dan.
Piştî êrîşî ge bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” ber bi Dortyolê dest bi meşê kirin. Polîsan bi gaza îsotê û ava şid êrîşî meşa gel kirin. Gel bi dirûşmeyan bersiv da êrîşê. Polîsan careke din êrîşî gelê ku tevî êrîşan belav nebû kirin û kargehên derdor jî zirar dîtin.
Esnafên derdor jî bertek nîşanî polîsan dan. Parlamentera Sêrtê Sebahat Saritaş bi van gotinan bertek nîşanî polîsan da: “Mirov ji we bêzar bûn, hûn zirareke mezin didin vî gelî.” Di êrîşê de jinek bi guleya plastîk ji lingê xwe birîndar bûn.
Berxwedana gelê ber bi Dortyolê ve dimeşin dewam dike, çalakî li kolanan jî belav bû.