Li Êlihê bi hezaran kes di mîtînga ‘Dem dema azadiyê ye’ de hatin gel hev

Bi hezaran kes li Êlihê di mîtînga ‘Dema dema azadiyê ye’ hatin ba hev û sloganên ‘Azadî ji Ocalan re’ berz kirin.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Êlihê bi dirûşmeya "Dem Dema Azadiyê ye" mîtîngek li dar xistin. Di mîtîngê de dirûşmeya "Azadî ji bo Ocalan" hat berzkirin. 

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan ku di mîtîngê de axivî û got: "Em HDP, bi dirûşmeya 'Em HDP'î ne, li her derî ne' li çar hawirdorên Tirkiyeyê, li ku derê zilm hebe li wir, li ku derê kî hatibe kuştin, dest dirêjî wê hatibe kirin, em li wir in. Niha jî em li Êlihê ne. Ji ber ku em bi ruhê berxwedê û têkoşer ê Êlihê dizanin û ji ber ku Êlih li gel hemû zext û zoriyan xwedî li partiya xwe û vîna xwe derdikeve em li vir in. Em bi vê serbilind in." 

Bûldan, li ser êrîşên nîjadperest ên li hemberî penaberan jî sekinî û got: "Gava penaber anîn, bi milyonan pere ji welatên Ewropayê stendin, kredî stendin. Lê wî pereyî ji bo îqtidara xwe xerc kirin. Mafê jiyanê yê penaberan binpê kirin. Niha wan bi êrîşên nîjadperest lînç dikin. Mafê wan ê jiyanê esas nagirin. Hemû penaberên tên welatê me emanetî me ne. Lewma li hemberî êrîşên nîjadperest, hesasbûna civakî divê." 

‘PÊDIVÎ BI AŞTIYEKE CIVAKÎ HEYE’

Bûldan di berdewama axaftina xwe de got: "Pêdiviya vê civakê bi aştiyeke civakî heye. Em ji bo vê têdikoşin. Gava kurd bi zimanê xwe, bi nasnameya xwe û çanda xwe bi rihetî bijîn, wê çaxê dê aştiya civakî çêbibe. Gava Elewî bi rihetî îbadeta xwe li gor bîr û baweriya xwe bikin, wê çaxê pêkan e. Em vê feraseta ku vana ji nedîtî ve tên û bi dijminatî nêzî Kurdan dibe qethiyen qebûl nakin. Em HDP, baş dizanin ku li vî welatî aştiya civakî bi çareserkirina pirsgirêka Kurdan pêkan e." 

 ‘DIVÊ HEVDÎTIN BI RÊZDAR OCALAN RE WERE KIRIN’

Bûldan, pêvajoya ku hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dihatin kirin bibîr xist û got: "Gava me hevdîtin bi Birêz Ocalan re dikir, pêvajoyek wisa hebû ku kesî jiyana xwe ji dest nedida û dê, ciwan û jin bihêvîbûn ji bo pêşerojê. Lê piştî astengkirina wê pêvajoyê û cardin tecrîda li ser Birêz Ocalan re, em bi feraseteke ku vê pêvajoyê girantir dike re rû bi rû ne. Heya pirsgirêka Kurdan neyê çareserkirin, dê demokrasî neyê vî welatî. Dê azadî, edalet, hiqûq qet neyên heya pirsgirêka Kurdan çareser nebe. Lewma ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan divê li Îmraliyê teqez hevdîtin bi Birêz Ocalan re bên çêkirin." 

Bûldan di berdewamiya axaftina xwe de got: "Tecrîd nayê qebûlkirin. Wekî hemû kesên di girtîgehê de mafê rêzdar Ocalan jî heye ku hevdîtinê bi malbata xwe û parêzerên xwe re bike. Ev heq û hiqûq, ne heq û hiqûqeke ku me afirandiye. Qanûnên kesên welêt bi rê ve dibin bi xwe ye. Qanûnên xwe jî ji bo mirovekî, ji bo rêzdar Ocalan, pêk naynin. Em HDP, careke din diqîrin ku teqez divê tecrîd bê rakirin û hevdîtin bi Birêz Ocalan re bên kirin. Pêdivî bi vê heye." 

Mîtîng, piştî axaftina Bûldan bi berzkirina dirûşmeyan û bi çepikan bi dawî bû.