Li Êlih û Sêrtê 4 kes hatin binçavkirin

Li Êlih û Sêrtê 4 siyasetmedarên Kurd hatin binçavkirin.

Rejîma AKP'ê, operasyonên xwe yên qirkirina siyasî li dijî gelê Kurd didomîne ku dike nake nikare Kurdan teslîm bigire.

Polîsên Tirk danê sibehê avêtin ser malên rêveberên DBP'ê yên Êlihê û 3 rêveber û xebatkarên DBP'ê binçav kirin. Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Abdulbarî Karaagaç, rêveberê DBP'ê yê Bajêr Halît Ergîn û rêvebera berê ya DBP'ê Sûriye Demîrkiliç hatin binçavkirin.

Kesên ahtin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyeta Tirk a li Êlihê.

Balkêş e operasyon beriya serdana Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan a li Êlihê hate kirin.

SÊRT

Li Sêrtê jî, Alîkarê Hevserokên HDP'ê yên Bajêr Zekî Celepkûlû di serdegirtinê de li mala xwe hate binçavkirin û ew birin Midûriyeta Emniyeta Tirk a li Sêrtê.