Li Êlih û Mêrdînê 16 kes hatin destgîrkirin

Li Êlihê di êrişên qirkirina siyasî de 15 kes hatin destgîrkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Êlihê de vê sibehê êrişên qirkirina siyasî hatin kirin û 15 kes hatin destgîrkirin.

Bi îdîaya ku tevlî merasîma cenazeyê Necmettîn Îlhan ê 22'ê Îlona 2014'an li Kobanê şehîd bû, bûne 15 kes hatin destgîrkirin.

Kesên hatine destgîrkirin:

"Şemsettîn Eser, Abdulkadîr Soyvûral, Mehmet Ûlûç, Leyla Açar, Mizgîn Avanaş, Behçet Gungor, Fatma Tan, Kenan Gungor, Mûhîttîn Şahîn, Mûzaffer Oran, Menaf Kizar, Farûk Ergun, Mehmet Selîm Akyol û Mehmet Ûtanç."

Li Mêrdînê jî ji parêzerên Baroya Mêrdînê Abdulkadîr Guner hate destgîrkirin.