Li Çiyayê Lîsê ji ber bombekirinê şewat derket

Deverên darî yên Çiyayê Lîsê ya Qulpê ji ber êrîşên dewleta Tirk dişewitin. Leşker nahêlin ku şewat were temirandin.

Artêşa Tirk bi hinceta operasyonê bejahiya Çiyayê Lîsê ya Qulpê bombe dike.

Gundên Bira Zeyna, Temîra, Çirik û Dînarê ya li derdora çiyê ev bi rojan e ji hêla leşkerên Tirk ve hatiye pêçan û li gorî saloxan şevê dî artêşa Tirk bi SÎHA û helîkoptêrên Kobrayê herêmê bombe dike. Ji ber sedema bombekirinê ji duh ve deverên darî yên Çiyayê Lîsê dişewitin. Leşkerên ku bi hinceta operasyonê dora gundan pêçane, nahêlin ku şewat were temirandin jî.

Şevê dî gundiyên Bira Zeyna bi derfetên xwe li hin deveran şewat temirandin. Lê li deverên dî ji ber sedema dorpêça leşkerî şewat didome û qadeke berfireh daye ber xwe.

Her wiha hate gotin 5 helîkoptêrên Kobra ji şevê dî saet 01.00’ê ve 2 saet herêm bombe kirine û ji ber vê jî şewat li geliya Çiyayê Lîsê berbelav bûye.