Li Çiyayê Şengalê pêşangeha wêneyan hate vekirin

Li Çiyayê Şengalê li ser Êzidiyên ku di hovîtiya DAÎŞ’ê de hatibûn qetilkirin, pêşangeha wêneyan hate vekirin.

Li herêma Serdeştê ya Çiyayê Şengalê li ser Êzidiyên ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê hatibûn qetilkirin, pêşangeha wêneyan hate vekirin.

Pêşangeh bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCE), Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) hate vekirin. Di pêşangehê de wêneyên koçberî, şer, êşa ku Êzidiyan kişandine û portreyên şervanan cih girt.

Ji bo kesên hatine pêşangehê, qetlîama li ser Çiyayê Şengalê bi sînevîzyonekê hate pêşandan.