Li Çinarê kesek hate girtin

Di operasyona leşkerî ya li taxa Yaprakbaşî ya navçeya Çinar a Amedê de ku 4 kes hatibûn destgîrkirin, kesek hate girtin û 3 kesên din hatin berdan.

Di operasyona leşkerî ya 30’ê Tîrmehê ya li Taxa Yaprakbaşî ya naveçya Çinar a Amedê de Mehmet Rûhî Bakir (37), Şemsettîn Sûnyar (45) û welatiyên Taxa Demîrolçek Halîl Deger (40) û Ekrem Deger (28) hatibûn destgîrkirin. Serê sibê piştî karên li Fermandariya Cendermeyan a Navçeya Çinarê sewqî Edliyeya Çinarê hatibûn kirin. Piştî îfadeyên li dozger û dadgeriyê Mehmet Rûhî Bakir hate girtin û Şemsettîn Sûnyar, Hal3il Deger û Ekrem Deger hatin berdan.

Hinceta girtiya Bakir nehate diyar kirin.

Hatibû ragihandin ku di operasyona leşkerî ya li Taxa Yaprakabaşî ya navçeya Çinarê de kesek hatibû kuştin lê heta niha têkildarî nasnameya kesê hatiye kuştin ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.