Li Çewlikê 3 kes ji heman malbatê hatin destgîrkirin

Li gundê Kiraçtepe ya navçeya Kanîreşê ya Çewlikê, di operasyona hêzên Tirk, bavek, kurê wî û ferdekî din ê ji heman malbatê li Stenbolê hatin destgîrkirin.

Leşkerên Tirk li gundê Kiraçtepe yê navçeya Kanîreşê ya Çewlikê avêtin ser mala malbata Aksoy.

Piştî lêgerîna li nava malê Abdûrahîm Aksoy ê 70 salî û kurê wî Yuksel Aksoy hatin destgîrkirin.

Birayê Abdûrahîm Aksoy Bayram Aksoy jî li mala xwe ya li Stenbolê hate destgîrkirin û anîn Çewlikê.

Li gorî agahiyan, der barê Selîm Aksoy de jî biryara girtinê hatiye dayin.

Rayedarên Tirk têkildarî destgîrkirinê ti hincet nîşan neda. Her sê kes li Midûriyeta Emniyetê ya Çewlikê tên girtin.