Li Çewligê hevdîtina ‘Dema Azadiyê’: Rizgarî şikandina tecrîdê ye

Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir ê di hevdîtina ‘Dema Azadiyê’ ya li Çewligê pêk hat de axivî, diyar kir ku gelê Kurd çareseryê dixwaze û got: “Rizgarî şikandina tecrîdê ye.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û parlementerên HDP'ê yên herêmê Hişyar Ozsoy, Erdal Aydenîr, Alîcan Onlu û endamên Desteya Rêvebir a Navendî û endamên Meclîsa Partiyê li Çewligê hevdîtin bi gel re kirin.

Hevdîtina bi gel re li avahiya HDP'ê ya Çewligê hat kirin û ji xeynî rêvebiriyên partiyên yên Dersim û Mûş û navçeyan bi sedan welatî tevli hevdîtinê bûn. Di dema hevdîtinê de welatiyan tim dirûşmeya "HDP gel e, gel li vir e" û "Em ê bi berxwedan bi ser bikevin" hatin berzkirin.  

Di hevdîtinê de ewilî Hevserokên HDP'a Çewligê Saadet Firat û Hsana Soysal axivîn. Hevserokan gel silav kirin û malavayiya gel kirin. Hevserokan sozên xwe yên ji bo têkoşînê dubare kirin.  

Pıştre Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir axivî. Bayindir, bilêv kir ku HDP û DBP ji bo bi gel re hevdîtinê bikin diçin hemû deverên Tirkiyeyê û herêmê û hevdîtinên wan didomin. Bayindir got: "Gelê Kurd li her derî ye."

Bayindir di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan ku ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe hatine destpêkirin û got: "Li girtîgehan bi hezaran girtî ji bo tecrîd bê şikandin, bi grevên birçîbûnê li ber xwe didin. Em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Lewma gelê me divê ji bo azadiyê li her derî û li her qadê bitêkoşe. Çi qasî êrîş dikin bila bikin, çi qasî digirin bila bikin, wê gelê Kurd çok daneyne. wê gelê Kurd têkoşîna hê jî bilind bike û wê bi berxwedanê û têkoşînê tecrîdê bişikîne. Gelê Kurd çareseriyê dixwaze. Ew çareserî jî şikandina tecrîdê ye. Birêz Ocalan, di navbera 2013-2015'an de çareserî nîşan da. Lewma dev ji polîtîkayên xwe yên tecrîd û înkarê berdin. Gelê me doza çareseriyê dike."

Piştre Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan ku bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin, bi Kurdî û Tirkî welatiyan silav kir. Bûldan, di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya muzakereyê ya di navbera 2013-2015'an de û destnîşan kir ku yê ku mase qulibandiye îqtidara partiyê, hikûmeta AKP'ê ye û divê her kes bi vê zanibe. Bûldan, destnîşan kir ku heger maseya muzakereyê nehatina qulibandin wê niha welat bi tecrîdê nehatana birêvebirên û got: "Tecrîd tenê ne li Îmraliyê ye. Tenê ne li ser Birêz Ocalan e. Niha li seranserê welêt belav bûye; li her bajarî, li her taxê, li her kuçeyê, li ser her mirovî tê pêkanîn."

Bûldan bal kişand ser êrîşên nîjadperest ku vê dawiyê pir zêde bûne û lehiyên li çar hawirdorên Tirkiyeyê û herêmê radibin. Bûldan, anî ziman ku desthilatdar tenê li krîz û êrîşan temaşe dike û kesên wekî wê tevnagerin bi polîtşkayeke dijminatiyê re rû bi rû dimînin.

Bûldan qala doza girtina derbarê girtina HDP'ê jî û got: "Wê xweziya kesên dixwazin HDP'ê bigirin di qirika wan de bimîne. HDP, ne pitikeke ku nû çêbûye. HDP, li vî welatî şax vedaye û her diçe mezin dibe û bûye partiyeke cihê hêviyê. Girtina HDP'ê ne wisa hêsan e. Divê her kes baş zanibe ku kesên raya xwe dane HDP'ê wê hemû xwedî li HDP'ê derkevin." Bûldan, bilêv kir ku wê gel di hilbijartina ewil de AKP'ê bişîne û teqez wê li vî welatî rêvebiriyeke demokratîk ava bike.

Bûldan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Yek ji sedemên çûna AKP'ê jî wê neçareserkirina wê ya pirsgirêka Kurdî be. Me tim got, em careke din jî dibêjin. Îqtidarên ku pirsgirêka Kurdî çareser nakin, diçin. Desthilatdarên berê jî ji ber ku pirsgirêka Kurdî çareser nekirin çûn, çûn ser sergoyê dîrokê. Aqûbeta AKP'ê jî ev e. Ji ber ku pirsgirêka Kurdî çareser nekir, wê biçe û tune bibe."

Piştî axaftina Bûldanê hevdîtina bi gel re bi dawî bû.