Li Çemçemal û Hewramanê kampanya îmzeyan didome

Li herêma Çemçemal û gundên Hewramanê yên Başûrê Kurdistanê, kampanya îmzeyan a ji bo derxistina leşkerên Tirk ên dagirker bi baldarî didome.

Kampanya îmzeyan a ji bo derxistina leşkerên Tirk ji Başûrê Kurdistanê, ku bi pêşengiya Jin ên Ciwan ên Têkoşer bi çarçoveya Pêngava "Birûxîne" ya Seferberiya Heftanînê tê lidarxistin, dewam dike.

ÇEMÇEMAL

Li navçeya Çemçemalê ciwanan doh bi şev daxuyaniyek dan û li bazar, park û kolanan dest bi komkirina îmzeyan kirin.

Li ser navê Jin ên Ciwan ên Têkoşer Avan Mihemmed axivî û got, "Me bi pêşengiya jin  ên ciwan dest bi komkirina îmzeyan kirine. Em ji bo derxistina leşkerên Tirk ên dagirker îmzeyan kom dikin. Em hêvî dikin ku nûnerên herêmê û Iraq bêdeng nemînin. Em careke din diyar dikin ku bi tu şêweyê dagirkeriyê qebûl nakin."

Ciwanan doh bi şev 300 îmze kom kirin û li navçeyê hîn jî îmzeyan kom dikin.

HEWREMAN

Li herêma gundên Hewramanê jî kampanyaya îmzeyê didome.

Ciwanê bi navê Rekan Cengî Cewhere li ser dagirkeriya Tirk got, " Dewleta Tirk a dagirker, di demên dawî de di nava hewldana dagirkirina xaka Başurê Kurdistanê de ye. Ez wek ciwanekî zor dilgiranim. Rewşekî zor nexweşe dagirkerî. Divê li dijî vê yekê em yekîtiya xwe ava bikin."

Ciwanan li Hewremanê li gundan û cihên seyrangehan ji ciwan û şêniyên heremê îmze kom dikin.

Kampanya îmzeyan li seranserê Başûrê Kurdistanê didome.