Li Çelê û Şemzînanê çalakî, li Pasûrê operasyon

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, li Colemêrg û Lêlîkanê di çalakiyan de herî kêm 4 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên li Çelê, Şemzînan û Lêlîkanê û der barê operasyona li Pasûrê daxuyanî da:

2 LEŞKER LI ÇELÊ HATIN KUŞTIN

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de hêzên me êvara 20'ê Gulanê saet 18:30'î, li hêzên dagirker ên li ser girê Koordîne yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê dan. Bi derbên xurt, 3 ji çeperên dijmin hatin rûxandin. Di çalakiyê de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin.

Hêzên me di çarçoveya pêngava şoreşgerî de heman rojê saet 15:10'an li dijî leşkerên dijmin ên li girê Lêlîkanê yê li Başûrê Kurdistanê çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin.

LI ŞEMZÎNANÊ LEŞKEREK HATE KUŞTIN

Sibeha 21'ê Gulanê saet 07:05'an di çarçoveya pêngava şoreşgerî de hêzên me li dijî leşkerên ku li ser rêy navbera girê Heftkanî û Tisê yên navçeya Şemzînan a Colemêrgê kontrola rê dikirin, çalakiyeke sabotajê kirin. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin.

LI PASÛRÊ OPERASYON

17'ê Gulanê, li qada Şapirnaz a navçeya Pasûr a Amedê, artêşa TC a dagirker bi desteka kontra dest bi operasyonê kir. Operasyon bi gelek wesayitên zirxî hate meşandin û roja 19'ê Gulanê beşek ji hêzên operasyonê xwe vekişandin."