Li Çelê û Şemzînan çalakiyên gerîla

HPG’ê, ragihand ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehdî Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakî lidar xistine. Artêşa Tirk di operasyonên li Kato Jîrka lidar xistin de çekên kîmyewî bikar aniye.

Navenda Ragahiandin û Çapemeniyê di daxuyaniya li ser malpera xwe ya fermî belavkir de ev agahî da:

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehdî Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker li navçeyên Çelê û Şemzînan a Colemêrgê çalakiyên bi bandor lidar xistin.

5’ê Tîrmehê saet 07:30’an hêzên me li dijî asayîşa Qerqola Çemanê ya girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên leşkerên artêşa Tirk nehate zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk qada çalakiyê bi obus û hewanan bomberdûman kirin.

Hêzên me 5’ê Tîrmehê saaet 11:00’an li Girê Şehîd Mezlûm a girêdayî navçeya Çelê ya yekîneyekî dijmin kirine hedef. Di vê çalakiy bi bandor a ku çeperên leşkeran kirin hedef de 2 leşker hatin kuştin. Dîsa heman rojê saet 14:40’an, li dijî leşkerên Tirk ên ku bi wesayîtên sivîl hewldan ku derbasî gir bibin cara duyem kirin hedef. Di encama lêxistina xurt a hêzên em de, hejmra kuştî û birîndarên leşkerên Tirk nehate zelalkirin.

Dîsa heman rojê hêzên me saet 14:00’an, li dijî leşkerên Tirk ên mêtînger yên li Girê Şehîd Mazlûm çalakiyekî sekvaniyê lidar xistin. Di vê çalakiyê de leşkerekî Tirk hate kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi hewan,tank, top û tankan herêma çalakiyê dan ber bombeyan.

OPERASYONA LI COLEMÊRGÊ BÊ KU ENCAM BIGIRE VEKIŞIYA YE

2’ê Tîrmehê di saetên şevê de artêşa Tirk bi piştgiriya cerdevanên ji gundên Peyas û Nîşê yên girêdayî Colemêrgê li devera Gundê Arê dest bi operasyonekî dagirkeriyê kirine. Operasyon 4’ê Tîrmehê bê ku encamekê bigire paş ve vekişiyane.

OPERASYONA LI MÛŞÊ JÎ VEKIŞIYA

2’ê Tîrmehê saet 23:00’an, atêşa Tirk a mêtînger li Herêma Şehîd Axîn a Mûşê bi piştgiriya helîkopterên Kobra, balafirên şer û balafirên bê mirov dest bi operasyonekê kirine. 3’yê Tîrmehê saet 09:30 û 14:00’na balafriên bi tîpa Kobra û balafirên şer bi awayekî dijwar herêm bomberdûman kirin. Piştî bomberdûman kirinê hêzên artêşa Tirk bi helîkopterên Skorsky li herêmê leşker danîne. Operasyon 4’ê Tîrmehê bê ku necamekê bigire vekişiyaye.

LEŞKERÊN LI DERSIMÊ BÛN HEDEF: LEŞKEREK HATE KUŞTIN, LEŞKEREK JÎ BIRÎNDAR BÛ

Hêzên em 1’ê Tîrmehê saet 17:00’an leşkerên Tirk a mêtînger li Herêma Merxo ya girêdayî navçeya Pulur a Dersimê kirin hedef. Li gorî agahiyên hatin girtin di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin, leşkerek jî birîndar bûye.

ARTÊŞA TIRK DI OPERASYONÊN LI KATO JÎRKA DE 27 CARAN ÇEKÊN KÎMYEWÎ BIKAR ANIYE

19’ê Nîsanê hêzên artêşa Tirk li Herêma Bêşebab a Şirnexê dest bi operasyonekê kirine. Ev operasyona 21’ê Nîsanê bi beşdariya cerdevanên Jîrka û kontrayan ku Herêma Kato Jîrka digire nava xwe berfireh kirine.

25’ê Nîsanê gelek balafirên şer ên artêşa Tirk Herêma Kato Jîrka bi dijwarî bomberdûman kirine. Di bombedûmanê de hêzên dijmin çekên kîmyewî jî bikar aniye.

27’ê Nîsanê hêzên dagirker, xwstine bikevin qadên gerîlayan û li hember vê jî gerîlayan berxwedanekî mezin dan. Gerîlayên me yên ku di nêz de bi awayekî pir xurt li dijmin dan, kontrayek û çawîşekî pispor birîndar bû, debaceyek û çeke AK-27 desteserkirine. Hêzên artêşa Tirk nekarîn bikevin qadên gerîla, herêm bi balairên şer bi dijwarî bomberdûman kirine. Dîsa di vê bomberdûmanê de çekên kîmyewî jî hatine bikaranîn.

Di çarçoveya operasyona ku du meh in dewam dike de, hêzên dijmin tim bi balafirên şer qad bomberdûman kirine. Bi qasî ku hêzên me di van operasyonan de zelal kir hêzên dijmin 27 caran bombeyên gazên kîmyewî bikar anîne.

Di encama vê êrîşê de hevrêyekî me şehîd bûye.

Dîsa di heman operasyonê de kesekî bi navê Ciwanan (Pervîn Çelîk) xwe radestî hêzên dijmin kiriye.

Nasnameya hevrêyê me yê ku şehîd bibû wiha ye:

Nasnav: Çekdar Seyîd
Nas Nav: Çetîn Akdag
Cihê Jidayikbûnê: Mûş
Navê Dayikê- Bav: Cemîle - Selahattin
Cih û Dîroka Şehadetê: Şirnex/ 7’ê Gulana 2017



LI DIJÎ KARGEHA RÊYA EWLEKARIYÊ ÇALAKÎ

Di daxuyaniya 4’ê Tîrmehê me dabû de, 2’ê Tîrmehê saet 16:00’an, hêzên em li dijî leşkerên artêşa Tirk ên ku li girên derdor ku ewlekariya kargeha rê ya di navbera bajarê Şirnex û Wanê de çêdikir, çalakiyek lidar xistin. Di operasyona piştî çalakiyê derket û şûnde, 3 hevrêyên me bi qerheremanî şer kirin û gihiştin şehadetê.

Nasnameyên hevrêyên me yên şehîd ketin wiha ne:

Nasnav: Andok Ararat
Nas Nav: Bariş Yimaz
Cihê Jidayikbûnê: Agrı
Navê Dayikê- Bav: Çîçek - Fadil
Cih û Dîroka Şehadetê: Şirnex /2’yê Tîrmeha 2017

***

Nasnav: Çekdar Garisî
Nas Nav: Selamî Temelkûran
Cihê Jidayikbûnê: Şirnak
Navê Dayikê- Bav: Husna - Hacî
Cih û Dîroka Şehadetê: Şirnex /2’yê Tîrmeha 2017

***

Nasnav: Merwan Gabar
Nas Nav: Vedat Aktog
Cihê Jidayikbûnê: Sêrt
Navê Dayikê- Bav: Kiymet - Fadil
Cih û Dîroka Şehadetê:Şirnex /2’yê Tîrmeha 2017