Li Çelê operasyona qirkirina siyasî: 4 kes hatin destgîrkirin
Li Çelê di operasyonên qirkirina siyasî de, Hevşaredarê berê Servet Tûnç jî di nav de 4 kes hatin destgîrkirin.
Li Çelê di operasyonên qirkirina siyasî de, Hevşaredarê berê Servet Tûnç jî di nav de 4 kes hatin destgîrkirin.
Li navçeya Çelê ya Colemêrgê, serê sibehê avêtin ser gelek malan. Di serdegirtinan de Hevşaredarê berê Servet Tûç, Şaredarê berê yê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Mehmet Kanar, endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Faris Çetînkaya û Haci Yanar (55) hatin destgîrkirin.
Siyasetmedarên destgîrkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.