Li Çelê li dijî konvoya leşkerî çalakî, li Dersimê şer
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li Çelê ya bi ser Colemêrgê di çalakiya li dijî konvoya leşkerên Tirk de 12 leşker hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li Çelê ya bi ser Colemêrgê di çalakiya li dijî konvoya leşkerên Tirk de 12 leşker hatine kuştin.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de nasnameya 3 gerîlayên ku li Dersimê jiyana xwe ji dest dane jî eşkere kir.
Kitekitên daxuyaniya HPG’ê ya di malpera wê de wisa ye:
LI ÇELÊ 12 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me di 7’ê Tebaxê di saet 23.00’an de li nêzî gundê Meymûka li dijî konvoyeke wesayîtên zirxî yên artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê ya ku ji Colemêrgê diçû Çelê çalakiyeke sabotajê li dar xistine. Di vê çalakiyê de wesayîta Kîrpî îmha bûye û bi qasî ku hatiye tespîtkirin 12 leşkerên dijmin hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê rêya Colemêrg û Çelê ji trafîkê re girtiye û bi helîkopteran leşkerên mirî û birîndar ji qadê derxistine.
LI ŞEMZÎNANÊ OPERASYON
Di 8’ê Tebaxê de saet di 23.00’an de artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê li qada Gostê ya Şemzînanê operasyonek daye destpêkirin û xwe bera Raniya Pirê, Girê Şehîd Havîn û gêdûka Masîro dane. Operasyona li qadê hê jî didome.
LI DERSIMÊ ŞER: 3 GERÎLAYAN JIYANA XWE JI DEST DA
Di 6’ê Gelawêjê de saet di 08.30’an de li qada Gernanê ya Pilumurê ya Dersimê gerîlayên me rastî leşkerên artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê hatine û li vê derê şerekî dest pê kiriye. Şer nêzî 2 saetan dom kiriye û li vê derê gelek leşker hatine kuştin. Artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê ji bejahiyê nikaribûye biçe ser hêzên me, bi helîkopterên Kobra qad bomberdûman kiriye. Di vî şerî de 3 hevalên me piştî berxwedaneke bi qehremanî gihiştine şehadetê.
Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ne:
Nasnav: Şervan Azad |
Nasnav: Sara Berîtan |
Nasnav: Rozerin Serhat |
Hevalên me yên qehreman Şervan Azad (Hasan Yaman), Sara Bêrîtan (Zeynep Çelîk), Rozerîn Serhat (Rabîa Guneş) ên ku li Kurdistanê li dijî mêtingeriyê rêya şoreşgerî ya serhildanê hilbijartine, bûne şervanên azadiyê yên Gelê Kurdistanê. Ew li çiyayên Kurdistanê li dijî dagirkerî û wehşeta dijmin bûne mîlîtanên meşa bi biryar û beşdarî karwanê şehîdan ên nemir bûn