Li Çelê çalakî, li dijî qadên gerîla êrîşên hewayî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku li Çelê li dijî qereqoleke artêşa Tirk çalakî hatiye lidarxistin. HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên di êrîşên hewayî de şehîd bûn, eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê ev agahî da:

"29'ê Kanûnê saet 12'an li dijî qereqola Çeperê Şêxa ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek hate lidarxistin. Derbên giran li çeperên dijmin hatin reşandin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat tespîtkirin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêtin derdora gundê Orê.

29'ê Kanûnê, balafirên şer ên artêşa TC a dagirker, bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber vê bomberdûmana hêzên dagirker hevrêyên me Gelhat û Keskîn şehîd bûn.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wiha ye:

Nasnav: Gelhat Babindak
Nav paşnav: Mahmût Selçûk
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Şîrîn-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 29'ê Kanûna 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

Nasnav: Keskîn Memîta
Nav paşnav: Yûnûs Çelîk
Cihê jidayikbûnê: Erzîrom
Dayik-Bav: Adîle-Suleyman
Dem û cihê şehadetê: 29'ê Kanûna 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Hevalê me Gelhat Babindak li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û hê di zarokatiya xwe de têkoşîna azadiyê ya Kurd nas kir. Di demekê de ku êrîşên topyekûn ên dijmin ên li dijî gelê Kurd zêde bûn, hevalê me Gelhat tevlî nava refên azadiyê bû. Ji roja ku tevlî nava gerîla bû û pê ve bi fedakarî û wêrekî tevgeriya. Kesayetiya şervan û welatparêz a herêma me Botanê, bi danheviya têkoşîna azadiyê kir yek û heta dawiyê di şerê dijî dewleta TC a faşîst de bi rengekî çalak cih girt.

Hevalê me Keskîn Memîta, li bajarekî Kurdan ku polîtîkaya asîmîlasyonê û êrîşkariya dijmin a li dijî gelê me lê giran e, li Erzîromê ji dayik bû. Li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên TC, di nava rastiya civakî ya ku nirxên xwe diparêze û serî li ber êrîşên dijmin natewîne, mezin bû. Hevalê me Keskîn di demekê de ku êrîşên hovane yên faşîzma TC li dijî gelê Kurd zêde bû, tevlî nava refên gerîla bû. Rastiya dijmin ji nêz ve dît û di nava têkoşînê de bi sade, dilnizmî û kedkariya xwe hate naskirin. Bê navber cihê xwe di nava şerê dijî faşîzma AKP-MHP'ê de gir tû heta kêliya dawî jî ji bo azadiya gelê me û Rêber Apo xebitî.

Ji ber van şehadetan em sersaxiyê ji malbatên her du hevalên xwe û gelê xwe yê welatparêz re dixwazin. Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê azadiya Rêbertî û azadiya Kurdistanê pêk bînin ku hesreta şehîdên me ne."