Li Çarçellayê sembola hevrêtiya Apoyî: Denîz û Nûman

Denîz û Nûman jî di bajarên cuda rastî çarenûsa hevpar ya vî gelî tên. Tişta ku wê wan bîne ba hev, serhildana li hemberî pergalê û xwedîderketina li hestên welatparêzî, hêvî û baweriya serketinê bû.

Navê yekî Denîz, navê yê din Nûman e. Yek di nav aramiya Dîcleyê de yekî jî di nav herikandina ava Firatê de çavên xwe li dinyaye vekirine. Yek ji paytexta pexember û olan, yek ji paytexta şarîstanî û serhildanan e. Denîz ji kolanen Amedê gihîştiye çiyayan, Nûman jî ji deştên Rihayê meşiyaye. Ew li wan şiverêyen Çarçellayê gihiştine hev. Navê yekî Denîz, navê yê din Nûman e. Ew vegotina şerê li Çarçella ne. Ew parçeyek ji dilê Zagrosan, serpêhatiya hevrêtiya Apoyî ne.

Denîz Agir Baz û Nûman Sterk di dem û bajarên cuda de hatinê dinyayê. Qasî rêyen di navbera Amed û Rihayê de dûr û bêyî ku agahiya wan ji hev du hebe dest bi serpêhatiya xwe ya jiyanê kirine. Lê, li ku derê Kurdistanê bibe bila bibe, ger hûn zarokekî li Kurdistanê bin, xeta we ya jiyanê ji aliyê neyaran ve hatiye xêzkirin. Pişaftin, qirkirin, tinehesibandin û bênasname hiştin wek çarenûseke tê sepandin. Denîz û Nûman jî di bajarên cuda rastî çarenûsa hevpar ya vî gelî tên. Tişta ku wê wan bîne ba hev, serhildana li hemberî pergalê û xwedîderketina li hestên welatparêzî, hêvî û baweriya serkeftinê bû.

Wê tu carî îxanet bi xeyalên xwe yên zarokatî re nekirina. Denîz ji Amedê, Nûman ji Rihayê derket rê. Rawestgeha naskirina hev vê carê Çarçella ye. Çarçella ji bo Denîz û Nûman wateya hevrêtî, ked, şerkirin û naskirina hemû nirxên şoreşgerî ye. Li wan lûtke , zinarên bilind û asê Nûman û Denîz mil bi mil fêrî şoreşgerî û şerkirine dibin.

Zagros bi hemû xisletê xwe ve vegotin û jiyana dijwariyan e. Çiyayên herî bilind, hilkeşandinên asê, geliyên kûr û avên nayê derbaskirin. Lê ruxme hemû dijwarî û zehmetiyan ji dîrokê heya niha navenda mirovahî, civakbûn û hemû keşfên yekemîn e. Axa Zagrosan şopa mirovahiya hezar salan e. Zagros mîna xwedawendeke dilbirehm, bi edalet, hevî û azadî ve tijî ye.Bi rastî jî ruxme hemû zehmetiyan, kijan nepenî Zagros dikir navenda jiyanê? Belê, ew xwedî nepeniya herî balkeş ya jiyanê ye. Têgihîştina vê nepeniyê, di jiyîn û şerkirina şervanên wê de veşarti ne. Ger hûn bixwazin bigihîjin wateya Zagrosan ,li Cîlo, Avaşîn û li Çarçellayê li destên bi çek û li dilên bi agir lê bigerin. Hûnê li her derê, di her bihostekê de şerê jiyanê bibînin. Ger şiverêyen azad û bêsînor we bibe bihuşta Çarçella, hûnê di berxwederiya Nûman û Denîz de bigihîjin wateya jiyanê.

MEŞA WAN WEKÎ BASKLÊDANA TEYRÊN BAZ HER TIM BILIND BÛ

Hevrêtiya Apoyî hêj di gavên destpêke de hatibû jiyîn, Haqî Karer di hevaltî de rihê veşartî, Kemal Pîr di meşa azadî de yekîtiya rih bû. Hevrêtiya Apoyî mîna mîrateyeke ji Kemal û Heqîyan, di meşa hemû rêwiyên şoreşê de wek rênîşan û nexşeyê azadiyê bû. Hevrêtiya Nûman û Denîz parçeyeke vê kevneşopiyê ye. Ew ji bo bidestxistina serketina mezin xwedî soza hevrêtiya mezin in. Hevrê Nûman û Denîz di van çiyayan da hev du re meşiyan, ji bo ku xwe bigihînin serkeftinê kêliyekê jî nesekinîn. Meşa wan mîna basklêdana teyrê baz her tim bilind bû û ji bo lêdana neyaran wan ê tim di lûtkeyên herî berz û bilind de baskên xwe vekirina.

JI BO NEKEVIN DESTÊ DIJMIN

Destpêke hevrê Nûman derket hemberî wan. Beyî ku dûdiliyek herî biçûk jî were bîra wî, meşiya. Nûman li hember dagirkeriya ser welatê xwe, li hember hemû êşên dîrokî dimeşe û di vê rêyê de tevlî nav karwanê nemiran dibe. Di 18’ê Hezîrana 2019’an de Nûman Stêrk ( Halef Yildiz) li qada Geliyê Doskî ya girêdayî Çarçella heya fîşeka xwe ya dawî şer dike û şehîd dikeve. Belê, çarenûsa Kurdan yê ku ji aliyê dagirkeran ve hatibû nivîsandin di şexsê Denîz û Nûman de cardin dihat hilweşandin. Çarenûsa vî gelî edî ne teslimiyet û qebûlkirin, berxwedan û tolgirtin bû. Vê carê rêheval Denîz ji bo tolgirtina hevrê xwe Nûman û ji bo tevahî şehîdên Kurdistane dadiket meydana cengê. Wî tena serê xwe li hemberî artêşekê li ber xwe dida, di wan kelîyên şerkirinê de carekî jî guhê xwe neda banga dijmin ya teslîmbûne. Wî heya guleya xwe ya dawîye şer kir. Di wê deştê de dengê dawî ya hatiye bihistîn qîrîna bombeya Denîz bû. Denîz Agir Baz ( Muhammet Emîn Demîr) di 12’ê Tîrmeha 2019’an de li qada Kirêkor ya girêdayî Çarçella tena sere xwe şevekê li hember dagirkeran şer dike û ji bo ku nekeve deste dijmin bombeya xwe di xwe de diteqîne û şehîd dikeve. Şehîd Denîz Agir Baz di bedena xwe ya ciwan de teslimiyetê mehkûm dike. Çalakî û şahadeta rêheval Denîz Agir Baz û Nûman Stêrk ji Çarçella ber bi Kurdistanê dibe mînaka hevrêtî û şerê Apoyî.