Li 30 herêmên Dersimê derketina derve hate qedexekirin

Dewleta Tirk 30 herêmên li navenda Dersimê û 4 navçeyên wê weke "Herêma ewlekariya taybet" ragihand.

30 herêmên li navenda Dersimê, navçeyên Pulur, Pîlemûrî, Xozad û Qisleyê ji 1'ê Çileya 2018'an heta 15'ê Çileya 2018'an weke "Herêma ewlekariya taybet" hate ragihandin.

Herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qedexekirin ev in:

Balî, Kûrûtlû, Kûtû Deresî, Taban Tepesî, Karameşe Tepesî, Vezgur ên navenda Dersimê, taxa Eroglû, Mercan Daglari, Kiran Deresî, Kinikan Tepe, Golan Yaylasi, taxa Egercî, Dulbektaşi bolgesî, Yarpûzlû, Alî Sirti Geçît, Dalav Karagol, Kûrûgol, Bastir, Kûrt, Çeşme, Yel, Ganî Asîtîk, Çagarli Yaylalari bolgesî yên navçeya Pulurê, Tavûklû Dogantaş, Dokûz Kaya yên navçeya Qisleyê, Sarigul, Yoncalik Yaylalari yên Pîlemûriyê û Kînzîr Ormanlari ya Xozadê.