Li 3 bajaran ji bo rojnamevanên Kurd ên dîl hatine girtin çalakî hate lidarxistin

Li Amed, Wan û Mêrsînê ji bo rojnamevanên Kurd ên dîl hatine girtin çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyê de ji rojnamevanên girtî re kart, name û pirtûk hatin şandin.

Endamên Komeleya Rojnamevanan a Dîclê Firatê (DFG) û Platfoma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) li Amed, Wan û Mêrsînê ji bo 16 rojnamevanên ku di 8'ê Hezîranê de li Amedê hatibûn destgîrkirin û di 16'ê Hezîranê de hatibûn girtin çalakiyek li dar xistin. Rojnamevanan, ji hempîşeyên xwe yên girtî re kart, name û pirtûk şandin.

AMED

Endamên DFG’ê û MKGP'ê ji bo piştgiriya 16 rojnamevanên girtî li ber PTT'ê ya navçeya Yenîşehîr a Amed daxuyanî dan. Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, endam û rêveberên HDP'a Amedê û gelek rojnamevan tev li daxuyaniyê bûn. Berdevka MKGP'ê Roza Metîna daxuyanî bi Kurdî xwend. Daxuyaniya bi Tirkî jî ji aliyê Hevseroka DFG'ê Dîcle Mûftûoglû ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de ev yek hat gotin: “Di 16’ê Hezîranê de li dijî rojnamevanên Kurd operasyonek pêk hat û 20 jê rojnamevan 22 kes biserdegirtina malan hatin destgîrkirin. Di çarçoveya vê operasyonê de bi ser şîrketên JinNews, Pel, Piya û Arî Produksiyonê de hat girtin û polîsan dest danîn ser wênekêş, kamera, kompîtur û hard dîskên kompîtûran. Şîrketên produksiyonê Piya û Arî zêdeyî mehekê di bin navê lêgerînê de hatin dorpêçkirin û têketina xebatkaran hat astengkirin.”

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Midura JINNEWS'ê Safiye Alagaş, Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Azîz Orûç, Midûrê Karê Nivîsê yê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, rojnamevan Zeynel Abîdîn Bûlût, Omer Çelîk, Mazlum Dogan Guler, Îbrahîm Koyuncû, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Sûat Dogûhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn, bi îdiaya 'endamtiya rêxistinê' hatin girtin.

Di dema îfadeya dozger û dadgeriyê ya 16 rojnamevanan de nûçe û bernameyên televizyonê yên rojnamevanan çêkirine wekî sûc hatine nîşandan. Îro em ji bo piştgiriyê bidin 16 rojnamevanên ku ev 3 meh in ji azadiya xwe bêpar tên hatine hiştin, li kom bûne. Tevî ku bi ser girtina hevalên me yên rojnamevan 3 meh derbas bûn jî hîn lêpersîna derbarê wan de nehatiye temamkirin û îdianame nehatiye amadekirin. Her wiha ji bo girtina hevalên me yên rojnamevan jî îtiraz hatibû kirin lê belê ji bo van îtirazan jî bersiva neyînî hat dayin. Divê di demeke kurt de îdianame were amadekirin û hevalên me serbest bên berdan. Em careke din dibêjin ku li cihekî ku çapemenî lê ne azad be em nikarin li wir behsa azadiyê bikin. Em dîsa banga xwe ya berdana 16 hevalên me yên rojnamevan û hemû rojnamevanan dubare dikin.

Em careke din diqêrin û dibêjin em bi hempîşeyên xwe re di nava piştevaniyê de ne û em bang li hemû kesî dikin ku bibin hevparê vê têkoşînê.”

Dûre berdevka HDP'ê Ebrû Gunay axivî. Gunay, diyar kir ku ew jî ji bo piştgiriye bidin rojnamevanên girtî tev li daxuyaniye bûne û ev tişt anîn ziman: “Desthilatdar kengî dest bi konsepta şer dike û dixwaze heqîqetê veşêre bi taybetî êrîşî çapemeniya azad dike. 3 meh bi ser girtina rojnamevanan re derbas bû lê hêj jî îdianame nehatiye amadekirin, ew jî bi awayekî şênber nîşan dide ku rojnamevan bi komployê hatine girtin. Ji xeynî nûçeyan tiştekî ku bikin delîl tune ye. Lê desthilat weke hemû darizandinên bi komployê, pêvajoya amadekirina îdianameyê veguherandiye êşkenceyê û operasyona tolhildanê û hiqûqê binpê dike.”

Gunay, destnîşan kir ku piştî ku rojnamevan hatin girtin desthilatê li her derê êrîş dan destpêkirin û got: “Bi destê desthilatê li her derê komkujî çêdibin. Ew jî bi awayekî vekirî sedema êrîşên çapemeniya azad dide nîşan dan. Helbet êrîşên li ser rojnamevanên Kurd nû nînin lê rojnamevanên ku li ser rêya heqîqetê ne, wan mîrateya Apê Mûsa, Gurbetelî Ersoz û Metîn Goktepe dewr girtine, ji ber wê ew ê tucar serî netewînin. Em li vir carek din dibêjin ku rojnamevanî ne sûc e, hevalên me yên rojnamevan demildest berdin.”

Piştî daxuyaniyan rojnamevan çûn PTT'ê û ji rojnamevanên girtî re kart, name û pirtûk şandin.

MÊRSÎN

Endamên DFG’ê û MKGP'ê ji bo piştgiriyê bidin 16 rojnamevanên girtî li Mêrsînê kart û pirtûk şandin. Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Bedriye Kuş, rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) piştgirî dan rojnamevanên ku li Şaxa PTT'ê ya Çarşiyê hatin cem hev. Rojnamevan Mahmut Sonmez ku daxuyanî da, diyar kir ku di ser girtina 16 rojnamevanan re 3 meh derbas bûn û xwest rojnamevan bên berdan.

Piştre Wekîlê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan axivî û diyar kir ku hikûmet ji bo bêdengkirina çapemeniya Kurd çi ji destê wan tê dike û got, "Em piştgiriyê didin rojnamevanên li ser kevneşopiya çapemeniya azad.”

Rojnamevanan ji hevalên xwe yên girtî re name û pirtûk şandin.

WAN

Endamên DFG’ê û MKGP'ê ji Postexaneya Navendî ya Wanê kart û pirtûk ji rojnamevanan re şandin. Daxuyaniya ku dihat xwestin li ber PTT'ê bê dayîn, bi hinceta biryara qedexeyê ya walîtiyê hat astengkirin.

Di çalakiyê de banga azadiya rojnamevanan hat kirin.