Li 14 gundên Amedê derketina derve hate qedexekirin

Bi nêzîkbûna referandûmê re zextên dewleta Tirk jî zde dibin. Li 14 gundên Licê, Karaz û Hezroyê derketina derve hate qedexekirin.

Li navçeyên Licê, Karaz û  Hezro yên Amedê, careke din derketina derve hate qedexekirin. Walîtiya Tirk a li Amedê ragihand, ku li 14 gundên van navçeyan, ji bo operasyona leşkerî derketina derve hatiye qedexekirin.

Gundên derketina derve lê hatine qedexekirin, ev in:

Gundên Ûçari, Ziyaret, Esenler, Kayacik, Ortaç, Yalaza, Baglan, Çavûndûr û Dolûnay ên Licê, gundên Boyûnlû û Gozebaşi yên Karazê û gundên Sarierîk, Meşebaglari û Çîtlîbahçe yên Hezroyê.