Leyla Guven û Fadîle Tok bi hev re axivîn

Leyla Guven û Fadîle Tok ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne, bi rêya telefonê hev dîtin û bi hev re axivîn.

Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven û endama Meclîsa Îştar Fadîle Tok bi rêya telefonê hev dîtin û bi hev re axivîn. Leyla Guven 86 roj in li Amedê, Fadîle Tok jî 13 roj in li Mexmûrê di greva birçîbûnê de ne.

TOK: HETA TECRÎD BI DAWÎ BIBE...

Tok ji Guven re got, "Destpêkê berxwedana ku bi pêşengiya te dest pê kiriye ji dil û can silav dikim. Ez dibêjim, heta dawî li tecrîdkirina Rêberê me neyê anîn em ê berxwedana xwe bidomînin û bi ser bikevin. Em dibêjin, wê serketin ya gelê me be, em ê bibin xelekek li dora Rêbertiya xwe û Rêbertiya xwe ji nav çar dîwarên zindana Îmraliyê azad bikin. Em ê bi Rêbertiya xwe re li ser warê azad, bi kêfxweşî bijîn. Wê ev berxwedana ku bi pêşengiya te dest pê kiriye bi ser bikeve. Ev berxwedan niha li welat û derveyî welat belav bûye. Wê ev berxwedana me bi ser bikeve. Serketin ya gelê me ye."

GUVEN: EM Ê BI SER BIKEVIN

Leyla Guven jî got, "Ez destpêkê gelê berxwedêr ê Wargeha Mexmûrê ku ev 21 sal in ji xaka xwe ya pîroz qut bûye, ji dil û can silav dikim. Ez berxwedana te jî silav dikim. Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêber Apo dest bi greva birçîbûnê kir. Ez bi xwe bi bawer bûm ku em ê karibin Rêber Apo xwe ji zindana Îmraliyê derxînin, lewma min bi dest bi vê berxwedanê kir. Ez niha jî bawerim ku em ê vê tecrîdê bişikînin û wê berxwedana me bi ser bikeve.

Ez dubare ji dil û can berxwedana te silav dikim. Silavên xwe yek bi yek ji gelê me yê berxwedêr ê wargeha penaberan re dişînim. Ez dibêjim heta ku em dîwarê zilmê bişikînin, em ê berxwedana xwe bidomînin."

Leyla Guven di dawiya axaftina xwe de got, "Berxwedan jiyan e", "Serketin a me ye".