Leyla Guven rakirin nexweşxaneyê

Leyla Guven ku dawî li greva birçîbûnê anî, rakirin nexweşxaneyê. Guven got, "Berxwedan bi ser ket."

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 200'î de bi dawî kir.

Guven bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Memorialê.

DAXUYANIYA GUVEN

Guven dema rakirin nexweşxaneyê daxuyaniyeke kurt da û got, "Ez spasiya her kesî dikim ên ku ji roja destpêkê heta îro piştgirî dan çalakiyê. Bi berxwedana kolektîf gelên Tirkiyeyê û berxwedana Tirkiyeyê bi ser ket.

Bihîstina dengê Birêz Ocalan ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û aştiya Rojhilata Navîn gelekî girîng bû. Xwezî bêyî windahiyan em bi ser biketina, em dilşewatin, lê berxwedan bi ser ket."