Leyla Guven a dîlgirtî careke din kete ber lêpirsînê

Siyasetmedara Kurd Leyla Guven a ku ji aliyê dewleta Tirk ve dîl hatiye girtin careke din kete ber lêpirsînê.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ji ber "Civîna Tifaqa Kurdistanî" û "Komxebata Yekîtiya Neteweyî" ya sala derbasbûyî, bi îdîaya "propaganda rêxistinê" kete ber lêpirsînê.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê têkildarî vê komxebatê ku axaftineke Guven lê nehate kirin, piştî 15 mehan dest bi lêpirsînê kir. Hincet jî nûçeyên li ser pêkhatina komxebatê hate nîşandan.

Guven di îfadeya xwe ya têkildarî mijarê de diyar kir ku civîna navborî nayê bîra wê lê belê beriya niha ew tevlî karê yekîtiya neteweyî bûye.