‘Lewaziya Kurdan kiriye ku bêedaletî di girtina kar de jî li wan

Mamostayên bajarê Kerkûkê li dijî bêedaletiya di girtina kar a Kurdan kir û bang li aliyên Kurdî kir ku paşguhkirina mafê Kurdan û bêedaletiya li wan tê kirin, bêxemiya nûnerên Kurda a li bajar dide nîşandan.

Piştî bûyera 16’ê Cotmeh 2017’an ya li Kerkûkê, bi dehan berpirsên Kurd yên weke; walî, qeymiqam û çend rêveberên Kurd li bajêr ji karên wan dûrxistin.

Piştre biryar hate girtin ku ji her 3’ê pêkhateyên serekî yên bajarê Kerkûkê sedî 32 erkê wan bê dayîn, lê aliyên Ereb vê qebûl nekirin.

Ji bo girtina kar a rêveberiya perwerdeya Kerkûkê 2 hezar û 500 kes hatine destnîşankirin. Ji vê rêjeyeyê hezar û 800 kes jî ji pêkhateya Ereb hatiye veqetandin.

Li gel ku li Kerkûkê ji 12 kursiyên parlementoyê 3 kursî yên Erebanin, di mijara girtina kar a ji 2 hezar û 500 kesî hezar û 800 kes ji bo pêkhateya Ereb hatiye veqetandin. Ev yek jî rê li ber nerazîbûnên Kurd û Tirkmenan vekiriye.

‘Lİ KERKÛKÊ NETEWEYA EREB Jİ ALİYÊ HÊZÊ VE XWE Bİ HÊZ DİKE’

Rojnameger û Mamostayê bajarê Kerkûkê Soran Ebdulkerîm derbarê bê edaletiya neteweya li bajarê Kerkûkê axivî û got:“Ew hemû bê edaletiya ku li bajarê Kerkûkê rû dide, têkilî bi hevsengiya hêzê re heye. Piştî bûyera 16’ê Cotmeha 2017’an li Kerkûk Kurd bê hêz bûye. Niha jî hêz ji aliyê neteweyekî diyarkirî ve ew jî neteweya Ereban ve tê rêvebirin. Pêkhateya Ereb dixwaze xwe vegerîna hêza xwe ya berê li bajar, bajar bike bajarekî Erebî.

 ‘XWEDÎDERNEKETINA HIKÛMETA HERÊMÊ BÛYE SEDEMÊ BÊEDALETÎ LI KURDAN BÊ KIRIN’

Ebdulkerîm bal kişan li ser bêedaletiya li Kurdan tê kirin û wiha pêde çû: “Xwedînederketina Hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqê kiriye ku bêedaletî li Kurdan bê kirin û wisa kiriye ku Kurdên Kerkûkê bê xwedî bimînin.” Ebdulkerîm vê bêedaletiyê bi lewazbûna nûnerên Kurdan a di rêveberiyê de dide girêdan. Ebdulkerîm anî ziman ku li gel vê bêedaletiyê jî saziyên civaka sivîl bêdengin.”

Ebdulkerîm bang li aliyên siyasî kir ku li dijî vê bêedaletiyê dengê xwe bilind bike.

‘ÇIMA ALIYÊN KURD XWEDÎ LI MAFÊN KURD DERNAKEVIN’

Mamosta Rengîn Ebdulsemet derbarê bêedaletya girtina kar ya li bajarê Kerkûkê de got: “Ez weke Kurdek ya bajarê Kerkûkê gelek ne razîme ji wan Kurdên ku li mafên Kurdan xwedî dernakevin. Di heman demê de dikarim bêjim li Kerkûkê xiyanet li me tê kirin.Em Kurd li Kerkûkê bi hemû awayan mafên me tê xwarin û bê edaletî li me tên kirin û xiyanet li me tên kirin.”

'HER ALIYÊ SIYASÎ BI XWAZE BI HEV RE BIJÎN, LI KERKÛK PÊWÎSTE BI EDALET BE LI GEL PÊKHATEYÊN BAJÊR'

Mamosta Îskender Selîm jî li ser heman mijarê axivî û got: “Hestiyariya Kerkûkê bi hebûna pêkhate û pir ayînî ya bajêr ve dide diyarkirin. Her aliyekî siyasî bixwaze bihevre li Kerkûkê bijî, divê bi edalet be li gel pêkhateyên bajêr. Divan çend rojên borî de biryara girtina kar a perwerdeya Kerkûkê derket lê piraniya girtina kar ji bo neteweya Ereb hate kirin û erêkirin. Ev jî dibe destpêkek ji zêdebûna aloziyan ya li Kerkûkê.”

Selîm anî ziman ku li gorî dengên kursiyên parlemen û hêjmara meclîsa bajêr Kurd piraniya bajarê Kerkûkê pêk tînin û pêkhateyekî serekî ya bajêr e. Selîm paşguhkirina Kurdan û ketina vê rewşê bi lewaziya nûnerên Kurdan a li bajêr nikare bibe dengê gel e.

‘PARLEMENTERÊN KURDÊN KERKÛKÊ NEKARÎN XWEDÎ LI MAFÊN XWE DERBIKEVIN’

Mamoste selîm destnîşan kir ku aliyên siyasî tenê bi rêya tevnên civakî bêedaletiya girtina kar û binpêkirinên li Kerkûkê şermezar kirin û got: “Li Kerkûkê Kurd 6 kursiyên parlemenê hene lê parlemeterên Kurd nekarîn li bajêr xwedî li mafên xwe derbikevin. Li Kerkûkê ji bo bihere jiyînê pêwîste hemû pêkhate mafên xwe, li gorî hêjmara xwe bigrin.”