Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Leşkerên Tirk madeyên xwarinê yên gundiyan kontrol dikin

Piştî ku Wezareta Karên Hundir a Tirk ambargoya xurekê danî ser 32 bajaran, tîmên Tevgera Taybet a Jendermeyan (JOH) dest bi kontrolkirina madeyên xwarinê yên diçin gundan kirin.

Yekîneyên JOH'ê di çarçoveya fermana Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû de ku ji Walîtî, Jenderme û Emniyetê re şand, li navçeya Sarayê ya Wanê dest bi kontrolkirina madeyên xwarinê kirin.

Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû beriya niha bi hefteyekê ferman ji Walîtî, Emniyet û Jendermeyên li 32 bajaran re şandibû û gotibû, "Hêzên ewlekariyê wê dikan û marketên mezin ên madeyên xwarinê bi tomerî difiroşin, wê firotina madeyên xwarinê yên weke; ard, şekir, konserve, helaw û rîçalê bişopînin û giraniyê bidin ser îstîxbaratê. Li ser rê û li bendên kontrolê, wê kesên ku madeyên xwarinê di wesayita wî de ye, bi berfirehî bê lêpirsîn bê vê xwarinê ji kê û çend hesan re dibe..."

Tîmên JOH'ê yên çûn gundê Şerefhane yê navçeya Saray a Wanê, li du dikanên li gund kontrol kirin. Jendermeyên Tirk hemû malzemeyên xwarinê yên li dikanê yek bi yek jimartin û nivîsandin. Û gef li xwediyê dikanan xwarin û gotin, "Ji niha û pê ve kê bi rengekî tomerî eşya ji we kirî, hûn ê ji me re bêjin."

Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Mûrat Sarisaç diyar kir ku bi gelek hincetan zext li gelê Kurd tê kirin û tê cezakirin. Sarisaç da xuyakirin ku ev zordarî bi giranî li gundên ku HDP'ê dengekî zêde jê derxistiye tê kirin. Sarisaç destnîşan kir ku li navçeya Sarayê tevî vê kontrolê sîxurî li ser mirovan tê ferzkirin. Parlamenter Sarisaç got, bi van kiryaran wê nikaribin gelê Kurd bitirsînin.