Leşkerên Tirk li Rûbarûkê ciwanek qetil kir

Leşkerên Tirk ên dagirker li navçeya Rûbarûk a ser xeta sînorê Başûrê Kurdistanê ciwanê bi navê Tahsîn Yalçin qetil kir.

Li navçeya Rûbarok a Colemêrgê ku li ser sînorê Herêma Başûrê Kurdistanê ye di encama guleberdana leşkeran de ciwanê bi navê Tahsîn Yalçin ê 21 salî hate qetilkirin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, Yalçin û du hevalên wî dema di saet 03.00’an de vedigeriyan mala xwe ya li navçeya Rûbarokê rastî êrişa leşkeran hatin. Yalçin ku di encama guleberdanê de ji singê xwe birîndar bû, jiyana xwe ji dest da. Her du kesên din jî bêyî ku birîndar bibin xelas bûn.

Piştî ku malbata Yalçin hate agahdarkirin, cenazeyên kurê xwe wergirtin û anîn navçeyê. Cenazeyê Yalçin ku ji vir jî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê wê piştî kirariyên otopsiyê were veşartin.