Leşkerên Tirk li Erdexanê gundiyek kuştin!

Gundiyê bi navê Dilaver Aşçi li Erdexanê ji aliyê leşkerên Tirk ve hate kuştin.

Gundiyê bi navê Dilaver Aşçi (69) ê li Erdexanê çû zozanan, ji aliyê leşkerên Tirk ve hate kuştin. Bûyer danê sibehê saet di 07:00 de li bejahiya gundê Çolpenekê qewimî. Aşçi ji bo biçe ber heywanê xwe berê xwe da zozanên bi 3 kîlometreyan dûrî gund. Lê li vê derê bi guleya jendermeyan jiyana xwe ji dest da.

Hêzên Tirk cenaze nedan malbatê û nahêlin kes biçe cihê bûyerê.

Gundî dibêjin, ev demeke dirêj e ku leşkerên Tirk dor li gundê Çolpenek û zozanên herêmê girtine.