Leşkerên Tirk li 20 kesan êşkence kirin û birin herêma êrîşê

Leşkerên dewletat Tirk a dagirker li Geverê gund bomberan kirin li 20 kesên ku di nava wan de zarok û jinên pîr jî hene dane û birine herêma operasyonê.

Êrîşên dagirkirinê li herêma Astenga Reş a li derdora gundên Şîşemzîn, Xurekana Seyîda û Xurekana Temo yên navçeya Gevera Colemêrgê hatine destpêkirin didomin. Hate hînbûn ku 3 ambûlans sewqî herêma ku şerên dijwar lê diqewimin hatine kirin. Hate diyarkirikn ku leşkerên ku bi maşîneyên zirxî bi ser gundan de girtin li gelek kesên ku zarokên temenê wan di navbera 11 û 14 salî de jî di nav de dane. Hate ragihandin ku leşkeran zarokên ku li wan dane avêtina ber deriyê malên wan û heqaret li wan kirine. Hate diyarkirin ku leşkeran dema serdegirtina gund de zarokekî 8 salî û jinên pîr jî di nav de herî kêm 20 kes bi darê zorê birine herêma êrîşê.

Li gorî agahiyên ku welatiyên li gund ragihandin, leşkeran dest danîne ser telefonên kesên birine herêma êrîşê. Hate diyarkirin ku şivanên ji gundê Şîşemzîn jî li herêma operasyonê hatine binçavkirin û leşkeran bi gotinên "hûn dûa bikin ku li cem we jin hene ne xwe me dizanî em da çi li we bikin" gef li wan xwarine.

2 JÊ ZAROK 4 JÊ ŞIVAN 20 KES HATIN DESTGÎRKIRIN

Hate hînbûn ku ji nêzî 20 gundiyên birine herêma êrîşê 4 jê îranî ne û li gund şivaniyê dikin û 2 jî jê zarok in. Navên 13 kesên ku leşkeran birin herêma êrîşê û hate hînbûn ku pişt re hatine destgîrkirin wiha ne: “Zozan Tûrgût (45), Nevîn Tûrgût (8), Rahmî Tûrgût, Rojhat Tûrgût, Denîz Tûrgût, Necmettîn Tûrgût, Nedîm Tûrgût, Îzzettîn Tûrgût, Behçet Engudar, Firat Engudar, Demhat Engudar, Bîrhat Engudar ve Ozgur Engudar.”

Hate diyarkirin ku kesên hatine destgîrkirin birin Fermandariya Cendermeyan a Kisikliyê. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin 13 kesên hatine destgîrkirin wê bibin Fermandariya Cendermeyan a Geverê.

BANGA TEVGERÎNÊ LI RAYA GIŞTÎ HATE KIRIN

Zozan Tûrgût, Nevîn Tûrgûn û du jinên ku navên wan nehatin zanîn û biribûn herêma êrîşê hatin berdan. Welatiyên gundê Şîşemzînê ku hêj di bin dorpêça leşkeran de ye û ketin û derketina wî hatin qedexekirin diyar kirin ku ji jiyana kesên hatine destgîrkirin bi fikar in û li raya giştî banga hestiyariyê kirin.

Hate diyarkirin ku bi destgîrkirina şivanan, pezê li herêmê bêxwedî maye û gelek jî winda ne.