Leşkerên Tirk ji tirsan qutifî ne û xendekan dikolin

Artêşa Tirk a ku li çiyayê Tendurekê ji hêzên gerîla derbên giran dixwe, ji tirsa gerîla li ser rêya gund û zozanan xendekan dikole.

Li herêma Tendurekê, ku li navbera navçeyên Giyadîn û Bazid ên Agirî û navçeya Ebex a Wanê ye, leşkerên Tirk li ser rêyên gund û zozanan xendek kolandin. Li gorî çavkaniyên xwecihî, li herêmê tevgera Heronan pir zêde heye û li gundên Tufek, Ket û Kezo yên Giyadînê û zozanên Kanîspiyê leşkerên Tirk xendek kolane. Pira li gundê Kezo jî bi destê leşkerên Tirk hate hilweşandin.

Leşker bi kepçeyan xendek kolan û bi dehan minûbûs û wesayitên zirxî, leşker û tîmên taybet şandin herêmê. Diyar bû ku leşker heta êvarî li gundê qorîciyan Ketê mane û piştre vegeriyane navçeyê û êvarî jî panzêran gundê Hecîxalitê dorpêç kirine.