Leşkerên Tirk êrîşê 4 ciwanên Rûbarokî kir û ew destgîr kirin

Leşkerên Tirk, li Rûbarokê êrîş bir ser 4 ciwanên ku mîhên xwe dibirin ser çem.

Li zozanên gundê Bêruh ê girêdayê herêma Navberojan a navçeya Rûbarok a Colemêrgê, leşkerên Tirk êrîş bir ser ciwanên mîhên xwe dibirin ser çem ku avê vexwin.

Serhat T. yê 16 salî mîhên xwe çêrandin û bi şûn de berê mîhên xwe da ser çemê nîv kîlometre li jêra gund, leşkerên girêdayê Qereqola Yeşîltaşê, jê re gotiye: ‘’Çi karê te heye li vir, tu çima li vir î’’ û êrîş biriye ser ciwanan.

4 CIWAN HATIN DESTGÎRKIRIN

Serkan T., O. û Ercan O û Selah T. ku leşkerên Tirk ji bo bisekinin deng li wan kiriye û ji ber ku tiştên qewimîne qeyd kirine, bi êşkence hatine destgîrkirin.

Hat ragihandin ku leşkeran gava destgîrkirinê dest danîne ser telefonên ciwanan û piştî ku wêneyekê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bi pişt telefonê ve dîtiye, heqaret li Demîrtaş û ciwanan kiriye û wêne qelaştiye.

Hat zanîn ku ciwanên bi êşkence hatin destgîrkirin, birine Qereqola Cendirmeyan a Rûbarokê.