Leşkerên Tirk ên dagirker li ser sînorê Rojhilat êşkence li 2 kesan kir

2 kesên ku hewl didan derbasî Rojhilat bibin li navçeya Serayê hatin destgîrkirin. Leşkeran ev kes tazî kirin û êşkence li wan kir.

2 kesên ku dixwestin derbasî Rojhilatê Kurdistanê bibin li navçeya Serayê ji aliyê leşkerên Tirk hatin destgîrkirin. Leşkeran ev kes tazî kirin û êşkence li wan kir.

Ganî Kaya û Celalettîn Yalçin ên ku ji aliyê leşkerên Fermandariya Piyadeyan a Rasîm Çomez a Tirk di 15’ê Nîsanê de li ser sînor hatibûn destgîrkirin hê jî di Midûriyeta Emniyetê ya Wanê de ye. Kaya diyar kir ji bo ku ew gilî nekin leşkeran gef li wan xwarine.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Kaya diyar kir wan ji bo kar xwestine biçin Îranê lê ji ber ku pasaporta wan tune wan xwe li sînor xistine. Kaya di îfadeya xwe ya li Midûriyeta Emniyetê de ev tişt got “Li ser sînor em ji aliyê leşkeran ve hatin destgîrkirin û leşkeran êşkence li me kirin. Van kesan bi qûndaxa çekan û bi botên xwe li serê min  dan. Leşkeran piştre bi pehîn û qûndaxan li parsûyê min dan. Piştre jî li hevalê min Yalçin dan. Leşkeran dema ez li ser dev li erdê dirêj kirim, leşkerekî kevirekî 5, 6 kîlo rakir û bi wî kevirî li pişta min da. Ji ber vê hê jî pişta min diêşe. Piştre ez ji erdê rakirim û li rûyê min dan. Leşkeran piştre em tazî kirin bi tenê derpî li me ma. Piştre xwestin em têkevin çem û xwîna li ser rûyê xwe paqij bikin. Ji neçarî em ketin çem û me xwîna li ser xwe paqij kir. Piştre em ber bi kûleyê ve çûn. Leşkeran di rê de ji me re gotin divê em bibêjin ‘Dema jendirme hatin em ji çiya ketin û ketin çem û ji ber wê em ketine vî halî”

Kaya diyar kir leşkerên ku êşkence li wan kirine piştre giliyê wî kirine û got “Li hemberî leşkerên bi techîzat ez ê karibim çi bikim. Li nexweşxaneyê ez hîm bûm ku leşkeran jî ji bo xwe rapora darbê stendine. Min li leşkeran nedane û ez ê giliyê wan bikim.”