Leşkerên Tirk di dorpêça gerîla de ne

Di êrîşa dagirkerî ya dewleta Tirk a li Gareyê de, leşkerên ku dema xwestin ji qadên di bin kontrala gerîla derbikevin ji hev qût bûn û li zeviyê winda bûn. Balafirên şer ên Tirkiyê jî herêmê bombe dike.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên gerîla hatîn girtin, leşkerên Tirk ên di êrîşa dagirkeriya Gareyê de ketin nava dorpêça gêrîla. Leşkerên ku xwestin ji qadê derbikevin ji hev qût bûn û li zeviyê winda bûn. Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker jî herêmê bombe dike.

Çavkaniyên gerîla diyar kirin ku ji bo gêrîla li leşkeran nexe herêm tê bombardûmankirin, vê gavê jî 3 caran li herêmên Siyanê û Ergenê yên Gareyê û 6 caran jî Tepeyê Egîd hate bombardûmankirin û hîn tevgera balafirên şer berdewam e.