Artêşa Tirk li Garê tarûmar bû: Bi dehan leşker hatin cezakirin

Gerîlayên HPG/YJA Starê êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a 10'ê Sibatê ya li Garê tarûmar kir. Bi dehan leşker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî êrişa dagirkeriyê ya li ser Garê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Me beriya niha ragihandibû ku 10'ê Sibatê saet di 03:00 de dewleta Tirk a dagirker bi rengekî giran bombe li gelek qadên herêma Garê barandiye, li gel êrişa helîkopteran hêza xwe danî qada Siyanê û şer di bin însiyatîfa hêzên me de qewimî.

BI DEHAN DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

10'ê Sibatê saet di 05:00 de di navbera hêzên me û dagirkerên li qada Siyanê şer dest pê kir. Hêzên me derbên giran li dagirkeran xistin û di encamê gelek gelek dagirker cezakirin, gelek jî birîndar bûn. Dagirkerên ku derb xwarin bi gavekê xwe vekişandin. Qada şer û kampeke li herêmê bi balafirên şer bi rengekî giran hate bombekirin. Piştî bombardûmanê, dagirker li hev kom bûn. Hêzên me careke din li dijî dagirkeran çalakiya êrişê li dar xistin û bi dehan dagirker ceza kirin. Dagirkerên ku derbeke giran xwarin, neçar man ku ji qada şer vekişin.

HELÎKOPTER NEÇAR MAN JI HERÊMÊ BIÇIN

Artêşa Tirk a dagirker danê nîvro û piştre bi balafirên şer 6 caran bombe li qada şer barandin. Dijmin piştre xwest ku bi helîkopteran bombeyan li heman qadê bibarîne, lê belê bi destwerdana hêzên me re helîkopter neçar man ji herêmê biçin.

BOMBARDÛMAN Û LIV Û TEVGERA BALAFIRÊN ŞER Û KEŞFÊ DEWAM DIKE

Şerê li qada Siyanê ji 10'ê Sibatê ve dewam dike. Di heman demê de liv û tevgera balafirên keşfê û şer li ser herêma Garê dewam dike.

11'ê Sibatê li Garê qada Sêdarê 6 caran, qada Nêranê 5 caran, derdora gundên Museleka, Bilindbazê û Şikeftiyanê jî 9 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Ji 11'ê Sibatê saet 20:00 heta niha li xeta Akrê-Siyanê û li qada Qela Seddam liv û tevgera helîkopterên Skorsky dewam dike.

TARÛMAR BÛN

Hêzên dijmin hewl dan li xeta Ergenê û Siyanê bi cih bibin û li herêmê belav bibin. Xwest ku hêzên xwe li gelek qadên din ên Garê deyne, lê belê ev hewldana wan bi destwerdana hêzên me hate astengkirin. Êrişa artêşa Tirk a li ser Garê li pêşberî berxwedana Gerîlayên Azadiyê ya Kurdistanê têk çû, tarûmar bûn û hêzên dagirker ên li qadê hatin danîn ji aliyê hêzên me ve hatin dorpêçkirin. Artêşa Tirk tenê bi êrişên giran ên hewayî hewl dide hêzên xwe biparêze.

Artêşa Tirk a dagirker ku li pêşberî hêzên me bêçare mane û derbên giran dixwin, giranî daye ser teknîka şer û timî bombeyan li qadê dibarîne. Hêzên me bi taktîk û rêbazên dema nû yên gerîla, teknîka artêşa Tirk a dagirker pûç kirine û derbên xurt lê dane. Artêşa Tirk a dagirker li gel teknîka xwe ya şer jî nekarî li pêberî îradeya Apoyî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê encam werbigire, derb li ser derbê xwar.

DAXUYANIYA WEZARETA PARASTINÊ YA TIRK XWE DISPÊRE DEREWAN

Daxuyaniya Wezareta Parastina Millî ya Tirk a li ser êrişa li dijî Garê bi temamî xwe dispêre derewan. Bi berevajîkirina rastiyan hewl dide raya giştî bixapîne. Di şer de zêdeyî 30 kuştiyên artêşa Tirk çêbû. Hejmara şehîdên me bi qasî yên hatine ragihandin nîne, dema bê wê tevî navên wan ji raya giştî re bên eşkerekirin.

Li ser tevlîbûna hêzên PDK'ê ya yekser li operasyona Garê, tespîteke me nîne. Agahiyên di vî warî de rast nîne. Lê belê helîkopter û hêzên artêşa Tirk a dagirker ên tevlî êrişa Garê bûn, ji Şirnexê çûn baregeha Başîkayê, ji wir jî derbasî nehiya Bakirman a navçeya Akrê bûn û ji wir jî hatin Garê. Helwesteke PDK'ê ya li hemberî vê rewşê nehate dîtin.

NÛÇEYÊN MEDYA ŞERÊ TAYBET RAST NÎNE

Hikumeta şerê taybet a Tirk ku bi propagandayên derewîn timî serketinên sexte ji xwe re diafirîne û pê raya giştî dixapîne, ji ber ku encam ji êrişa li Garê wernegirt û hîn di roja destpêkê de tarûmar bû, vê carê dereweke cuda pêşkêş kir. Wêneyên kesê bi navê Îbrahîm Parim di çapemeniyê de hate weşandin û îdîa kir ku berpirsyarê lojîstîkê yê PKK'ê bi operasyoneke taybet a MÎT'ê hatiye girtin. Lê belê kesê bi navê Îbrahîm Parim zûdeyî ji partiya me hatibû dûrxistin û piştre teslîmî dijmin bûbû. Nûçeyên ku medya şerê taybet a Tirk weşand rast nîne, propagandayeke reşkirinê ya ji bo şerê psîkolojîk e.

BALAFIRAN BOMBE LI KOLÎTÊ BARANDIN

11'ê Sibatê saet di navbera 02:00-03:00 de qala Kolîtê ya herêma Xakurkê bi balafirên şer hate bombekirin."