'Leşkerên li Omeryanê hatin kuştin nayên eşkerekirin'
Qedexeya li gundên herêma Omeryanê ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê dewam dike, ku berî du rojan dor lê hate girtin û şer lê qewimî. Gundî dibêjin di şer de gelek leşker hatine kuştin.
Qedexeya li gundên herêma Omeryanê ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê dewam dike, ku berî du rojan dor lê hate girtin û şer lê qewimî. Gundî dibêjin di şer de gelek leşker hatine kuştin.
Çiyayên li gundên Çalê û Talatê yên li herêma Omeryan a Nisêbînê hatin bombekirin.
Gundiyan diyar kirin ku bomberdûmanê saet di 2'ê şevê dest pê kiriye û ji ber bomberdûmanê heta sibehê nekarîne razên. Gundiyan gotin, piştî bomberdûmanê û şer danê sibehê gelek ambûlans çûne herêmê.
Hejmara mirî û birîndarên di vî şerî de nehat zelalkirin. Lê gundî dibêjin ku ji ber zêdebûna ambûlansan gelek leşker mirine.