Leşkerên Iraqê êriş birin ser YBŞ/YJŞ'ê: Şer dewam dike

Leşkerên Iraqê êriş birin ser nuqteyên YBŞ/YJŞ'ê yên li Geliyê Şîlo û Sikêniyê. Şerê ku ji ber vê êrişê destpê kir, dewam dike.

Artêşa Iraqê doh danê nîvro êriş biribûn ser nuqteya Asayîşa Êzidxanê ya li Dugirê û hewl dabû desteser bike. Lewma jî şer li vê qadê qewimî bû.

Piştî şerê li vê derê artêşa Iraqê êriş bir ser nuqteyên asayîşê yên li Sinûnê, Şengalê û Xanesorê.

Leşkerên Iraqê nîvê şevê saet di 02:00 de jî êrişî nuqteya Cidalê ya Asayîşa Êzidxanê ya li Tilizêr kirin. Hêzên asayîşê bersiv dan êrişê û li ser vê yekê şer qewimî. Piştî vî şerî artêşa Iraqê berê xwe da Geliyê Şîlo û Sikêniyê ku di bin kontrola YBŞ û YJŞ'ê de ne. Leşkerên Iraqê êrişî nuqteyên YBŞ û YJŞ'ê kirin û ji ber vê yekê jî şer qewimî.

Şerê li Sikêniyê û Geliyê Şîlo hîn jî dewam dike. Li gorî agahiyan, artêşa Iraqê hêzên leşkerî dişîne hemû qadên di bin kontrola YBŞ û YJŞ'ê de ne. Ev jî nîşan dide ku amadekariya êrişeke berfireh tê kirin.

Balkêş e ku êrişa artêşa Iraqê di dema êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de destpê kir, ku dewleta Tirk 17'ê Nîsanê bi piştgiriya PDK'ê êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir.