Leşkerên Îranê kolberekî  Kurd qetil kirin

Li bajarê Mako yê ser bi parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê, di encama gulebarana leşkerên Îranê yên li ser sînor kolberekî  jiyana xwe ji dest da. 

Di şeva 20’ê Tebaxê de li gundê Yarimqî ya ser bi bajarê Mako ku dikeve ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, kolberê bi navê Wecîd Dewletxa yê 17 salî di encama gulebarana rejîma Îranê de bi giranî birîndar bû. Ji ber giraniya birîna wî, duh li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
 
Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê bîlançoyek belav kir û ragihand ku ji serê sala 2017’an heta niha  li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê 15 kolber di encama gulebarana rejîma Îranê de hatine kuştin û 27 kolber jî birîndar bûne.