Leşkeran şewat derxist, rê nade ku gundî vemirînin

Li gundê Setkar a Elkê leşkeran şewat derxist, rê nade ku gundî agir vemirînin.

Li gundê Setkarê yê girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê, ji ber gulebaran eskeran duh agir bi daristanê ket. Agirê ku duh bi daristanê ket, her ku diçe belav dibe. Welatiyên ku dixwazin mudaxileyî şewatê bikin, ji aliyê leşkeran ve tên  astengkirin. Gundiyan ragihand ku agir berbelav dibe, kaya wan û heywanên wan li devera  şewatê ne û dibe ku ew jî bişewitin.

Hat diyarkirin ku gundiyan bang li agirkujan kirin, lê ji wan re wiha hatiye gotin: "Em ê sibê werin vemirînin."

Li heman herêmê berê jî eskeran şivan gulebaran kiribûn û gef li wan xwaribûn û gotibûn: "Heywanên xwe bibin, yan na em ê we bikujin."