Leşker, cerdevan û mamosteyan li dijî HDP'ê dest bi kar kirin

'Komîsyona têkoşîna li dijî HDP'ê ku ji aliyê Walîtiya Tirk a li Wanê ve ji leşker, cerdevan û mamosteyan hatiye avakirin, dest bi karê ji bo hilbijartinê kir.

Walîtiya Tirk a li Wanê, ji leşker, cerdevan û mamosteyan komîsyonek bi navê 'Komîsyona têkoşîna li dijî HDP'ê' ava kir. Komîsyonê li navçeya Payîzavayê bi keya û ajokaran re hevdîtin kir.

Komîsyona ku herî dawî mamoste li nav hatin bicihkirin, li nava gundan digere û ji bo AKP'ê karê hilbijaritnê dike. Komîsyonê hefteya bihurî li gundên Elbakê gef li gel xwar û vê hefteyê jî keyayên Payîzavayê li hev civand û gef li wan xwar.

Qeymeqamê Tirk ê li navçeyê Osman Dogramaci bi keyayên Payîzavayê re civînek pêk anî û got, "Em baş zanin ku berê kê pere da rêxistinê. Em naxwazin zerarê bibînin. Hûn jî vê rewşê bibînin û di hilbijartinê de bi wezîfeya xwe rabin." Osman Dogramaci ku di heman demê de qeyûm e, li Mala Mamosteyan a Payîzavayê bi keya û ajokarên servîsa xwendekaran rûnişt. Fermandarên qereqola li Payîzavayê, cerdevan û hin mamoste jî tevlî civînê bûn. Qeyûm Dogramaci wiha dewam kir: "Hûn di berdêla karê xwe de pere ji dewletê digirin. Dewleta me bi her awayî îmkanê dide we. Ya ku divê hûn niha bikin ew e, ku nehêlin deng ji HDP'ê re were dayin. Bi taybetî divê keyayên me kesên ku ji HDP'ê re dixebitin ji me re ragihînin."

Hin keya û ajokar li ber vê wezîfeyê rabûn û gotin, "Tişta ku hûn dibêjin karê hêzên ewlekariyê yên dewletê ye. Ne karê me ye." Li ser vê yekê qeyûm Dogramaci got, "Eger hûn vê nekin wê dewlet ya pêwîst bike."

ORHAN A HDP'Î: HEWL DIDIN BITIRSÎNIN

Parlamentera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan bi bîr xist ku gelê Kurd di her hilbijartinê de serê xwe li ber zext û zordariya netewandiye, bi îradeya xwe ya azad destek daye partiya xwe û got, "Dewlet dîsa qebûl nake û bi zext, destgîrkrin û girtinê hewl dide bitirsîne. Derewa wan ku dibêjin, 'Bi gefa rêxistinê mirov deng didin HDP'ê' careke din derket holê. Niha walî, qeymeqam, cerdevan û hêzên ewlekariyê rabûne û hewl didin zextê bikin. Bi her şêweyên gef û şantajê bi ser mirovan ve diçin. Tevî vê yekê jî gelê me wê bi îradeya xwe ya azad biçe ser sindoqan û destekê bide partiya xwe."