Lehengên Geliyê Şîlo

Dema ku DAIŞ'ê di Tebaxa 2014'an de Şengal dagir kir, gerîlayên HPG'ê bi hawara civaka Êzidî ve çûn. Ahmet Bagok ku yek ji van gerîlayan e, qala lehengên Geliyê Şîlo kir.

DAIŞ'ê Şengal dagir kiribû û komek ji gerîla bi hawara civaka Êzidî ve çûbû. Geliyê Şîlo mîna ji Êzidiyan, hembêza xwe ji wan re jî vekiribû. Lê belê têkiliya wan bi ti cihî ve nema bû, korîdor hatibû girtin û cebilxaneya wan qediya bû. Ketina Geliyê Şîlo dihat wateya dagirkirina nîvê Çiyayê Şengalê. DAIŞ'ê êrîşên xwe yên li ser vê derê giran kir. Lê gerîlayên Kurdistanê bi fedakariyeke mezin li ber xwe dan, çalakî kirin, cebilxane ji ser çeteyan rakirin û bi vê cebilxaneyê çalakiyên nû kirin. Berdêl jî dan, lê tol jî hilanîn. Yek ji endamên komeke ji 6 kesan a gerîla u wê demê gihîşt Geliyê Şîlo Ahmet Bagok e. Bagok di destpêkê de Alîşer, Çeko, Kendal, Polat, Zinar, Şehîd Berxwedan, Rustem û Cûdî bibîr anî û ji ANF'ê re qala wê demê kir.

HEMBÊZA GELIYÊ ŞÎLO

Gerîla Bagok anî ziman, di dema komkujiyê de koma destpêkê ya gerîla hat Geliyê Şîlo û got, "Ev gelî xwedî dîrokeke kûr e. Bi giranî ji şikeftên xwezayî pêk tê. Bi qasî hejmara rojên salekê, 365 şikeftên xwe hene. Cihekî gelekî asê û veşartî ye. Gelê ji fermanê reviya, ewilî xwe li vir girt. Ya rast, ji berê ve mirov xwe li vê derê digirin. Ji gelên qedîm ên Mezopotamyayê Asûrî, Ermenî û Kurdên Êzidî yên di demên bihurî de gelek carna komkujî li wan hate kirin, ji bo xwe ji komkujiyan biparêzin û jiyana xwe bidomînin xwe li vê derê girtine. Ev rastî, ji neqş û sembolê lê mane, tê fêhmkirin. Ya ku jiyanê li vir zindî dike, çavkaniyên xwezayî yên avê ne. Ji ber nebûna avê ya li herêmê, mirovan bi giranî xwe li vir girtine."

JI BO PARASTINÊ GUNCAW E

Bagok diyar kir, beriya wan komek gerîla hatiye vê derê, ji ber ku ev der ji bo parastinê cihê herî guncaw e, dişibe çiyayên ku ew bi salan e lê şer dikin, lewma xwe xerîbê vê derê nedîtine. Bagok wiha dewam kir: "Canpolat û Kahraman hevalên destpêkê bûn ku hatin. Li başûrê gelî, li quntara çiyê xwe li cihekî bi cih kirin. Jİ ber ku timî di nava liv û tevgerê de bûn, herêmê nas dikin. Di vê demê de êrîşên çeteya ngiran bûn. Di êrîşa dijî gundê Barê de hevalan bi xurtî li ber xwe dan, lê belê cebilxane qediya. PiştÎ ku Polat, Zinar û Cûdî yên di destpêka fermanê de hatibûn vê derê şehîd bûn, dest ji gund hate berdan."

KOMA JI 6 KESAN TÊ

Bagok hingî li gundê Cidalê ye. Jê re tê ragihandin, ku bên vê derê. Komek ji 3 gerîla û 3 Êzidiyên ji herêmê tê avakirin. Di nava vê komê de berdevkê çapemeniyê yê YBŞ'ê û yek ji fermandarên destpêkê yên YBŞ'ê Şehîd Berxwedan û Rustem ê ku li navenda Şengalê şehîd bûn, hene. Piştî meşa rojekê digihêjin vê derê."

JI BO ÇALAKIYÊ XWE DIGIHÎNIN

Ji ber ku di wê demê de korîdora navbera Şengalê û Rojava hate girtin, ji aliyê cebilxane û pêdiviyên bingehîn ve zor û zehmetî derketin. Lê belê ji ber ku plana çalakiyê ji bo gundê Hayalê hate kirin, ji herêmên din jî hatibûn. 20 roj piştî fermanê ye. Li Geliyê Şîlo li hev dicivin û amadekariyên xwe diqedînin. Bagok qalê dike: "DAIŞ'ê wê êvarê saet di 21:00 de êrîşî Geliyê Şîlo kir. Êrîşî cihekî stratejîk ê ku quntarê du çiyayan yanî cihê ku em jê re dibêjin Deriyê Şîlo kir. Amadekariyên me hebûn. Dema ku DAIŞ'ê êrîş kir, teqemeniya ku me berê bi cih kiribûn, li nava wan teqiya. Dema ku bersiveke tund ji wan re hate dayin, derb xwarin û neçar man xwe vekişînin."

FERMANDARÊ BASKÊ ÇEKO ÇATAK

Çeko Çatak ku di vê çalakiyê de fermandarê bask bû, piştre di berxwedana Bakurê Kurdistanê de, di sala 2016'an de şehîd dibe. Bagok qala bîranîna pê re dike: "Di vê çalakiyê de, di nava koma ku xwe berde nava çeteyan de cih digirt. Ji wan re hate gotin, ku wê biçin satirê (çepera bi axê hatiye çêkirin). Bi pêş ve diçin û derdikevin ser satirê. Di wê demê de heval Çeko ji hevalên li gel xwe dipirse, 'ev tişta jê re satir dibêjin, çi ye gelo?' Hevalê li cem jî jê re dibêje, 'ev çepera ji axê ye ku tu niha pê lê dike'. Di wê kêliyê de ji ber ku çeteyên DAIŞ'ê reviyan û çûn, pirsgirêk dernakeve. Heval li çeperê dinerin, tenê termên çeteyên DAIŞ'ê hene. Radihêjin cebilxaneyên wan û vedigeirn. Li Şengalê gelek keda Şehîd Çeko hebû. Hevalê Çeko bi kîjan sedemê hate vê derê, bi heman sedemê çû Bakurê Kurdistanê ji bo parastina gel û li navçeya Hezex a Şirnexê şehîd bû."

ŞERT Û MERC ZEHMET DIBIN

Şert û merc roj bi roj zehmet dibin, korîdor bi temamî hatiye girtin û ti rêyên pêwendiyê nîne. Herêm çiyayî ye. Ji ber kêmaniya cebilxaneyê, bi taktîkên gerîla çalakiyan dikin. Êrîşên tên kirin jî bi vî rengî pêşî li wan digirin. Ji ber ku di şerê çiya de tecrûbeya wan xurt e. Lewma DAIŞ her ku êrîş dike, derbê dixwe.

Dîsa rojekê bi wesayitên zirxî êrîşî girê Kunê dikin. Bagok li ser vê êrîşê dibêje, "Piştî ku hatin heta cihekî, neçar bûn êdî bimeşin. Ji wesayitan peya bûn û bi du baskan êrîş kirin. Di vê êrîşê de 10 endamên DAIŞ'ê hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn. Piştî ku derb xwarin xwe vekişandin."

Êrîş li aliyekî, ji ber ku korîdor girtî bû di erzaq, cebilxane û avê de pirsgirêk hebûn. Û ji neçarî ji cihekî dûr bi peyatî erzaq anîn. Ji ber ku girên Şehîd Newrez û Şehîd Agît ên li dora wan di destê DAIŞ'ê de bûn, neçar bûn êvarê biçin û bên. Bê navber sê rojan carekê şer diqewimî.

TOLA BARÊ TÊ HILANÎN

Herêma Barê ku di encama êrîşên berê de kete destê DAIŞ'ê, bi plansaziyeke berfireh, bi lêdana derbên giran û nedana ti windahiyan, ji DAIŞ'ê hate paqijkirin. Ji ber ku Barê li pişt wan bû, rizgarkirina vê derê dilê wan rehet dike. Li hemberî girê Şehîd Alîşêr ku li pêşiya vî gelî ye, bi hejmareke qelebalix êrîş hate kirin. Vê êrîşê demeke dirêj dewam kir. Gerîlayên li vê derê xwe vedikişînin. Piştre koma ku Bagok di nav de bû dikeve nava liv û tevgerê û gir ji DAIŞ'ê rizgar dike. Alîşer ê ku li vê derê ji sînga xwe birîndar dibe şehîd dibe û navê wî li gir tê kirin.

JI BO CEBILXANEYA DAIŞ'Ê

Ketina xeta Şîlo dihat wateya kontrolkirina nîvê Çiyayê Şengalê. Ji ber vê yekê her tim êrîş dihate kirin. DAIŞ'ê dizanîbû ku pirsgirêka cebilxaneyê heye, lewma êrîşî Solak û Geliyê Şîlo kir. Gerîla êdî neçar bûn ku bi cebilxaneya ji ser DAIŞ'ê radikir, şer bikin. Piştî kontrolkirina Barê cebilxaneyeke têra xwe bi dest ket. Li ser vê yekê, çalakî li girê Şehîd Newrez hate kirin. Gerîla Bagok bi bîranîna şehîdan qala wê çalakiyê dike: "Baskek wê xwe berdan nava DAIŞ'ê, baskek jî parastina vê komê bikira. Heval ketin nava liv û tevgerê û di demeke kin de gir kontrol kirin. Li vê derê doçkayek û gelek cebilxane hatin bidestxistin. Koalîsyona ku berê qet destek neda, bi balafiran li vî girî xistin. Ji ber ku heval zû jê daketin, di kêliya dawî de rizgar bûn.

KEDA MEZIN A ŞEHÎD KENDAL

Di rizgarkirina vî girî de kedeke mezin a Şehîd Kendal hebû. Heval Kendal jî di dema berxwedana Nisêbînê de, di sala 2016'an de şehîd bû. Dema qala Geliyê Şîlo tê kirin, ewilî hevalê Kendal tê bîra mirovan. Di demên herî zehmet de li vir ma. Sedema vê jî ew e ku me li vê derê şehîd dan. Dema ku şert û mercên vê derê hatin sererastkirin û êrîşên çeteyan hatin şikandin, ji vê derê berê xwe da Bakur."