Memyan Botan, li warê destanan li Botanê di sala 1993'an de li Sêrtê li nava malbateke koçer û welatparêz ji dayik bû.
Li Botanê ku têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê dewam dikir, li dijî polîtîkayên dewleta Tirk ên dûrxistina ji cewhera gelê Kurd, wî hewl da cewhera xwe biparêze.
Botan têgihiştî ku jiyana li nava sîstemeke ku Kurdbûn tê înkarkirin bêwate ye û berê xwe da çiyayên Kurdistanê.
Ji dema ku tevlî nava refên gerîla bû û pê ve xwe bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan perwerde kir û bi rengekî çalak tevlî nava jiyanê û kar bû. Bi dilnizmiya xwe û pakbûna xwe, bi dilsoziya xwe ya bi nirxên xwe cihê xwe di nava dilê hevrêyên xwe de girt. Memyan Botan bi çand û rêbaza leşkerî bû xwedî îdîaya bûyîna gerîlayê serdema nû.
Memyan Botan da ser şopa Egîdan, Amarayan û Tolhildanan ku di pêngava Cenga Heftanînê de şehîd bûn û bi berxwedanê bersiv da dewleta Tirk a dagirker, mêtinger. Piştî ku birîndar bû ji bo bi saxî nekeve destê dijmin bombe bi xwe ve teqand û tevlî nava karwanê şehîdan bû. Memyan Botan bi sekna xwe ya fedayî li çiyayên Heftanînê destan nivîsand û bi jiyan û şerê xwe bû lehengê dema nû.