Lêgerîna edaletê ya malbatên Roboskiyê di hefteya 341’an de ye

Malbatên Roboskî yên ku di hefteya 341’an de lêgerîna edaletê dom dikin, nerazîbûn nîşanî biryara êrîşên hewayî ya ku di civîna Serfermandarê Giştî Orgeneral Yaşar Guler serokatiya wê dikir dan.

Malbatên Roboskî ên 34 zarokên wan di êrîşa hewayî ya ku ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker a li gundê Roboskî ya navçeya Qilaban a Şirnexê de hatibûn qetilkirin, di heftaya 341’an a lêgerîna edaletê de li ser gorên zarokên xwe hatin ba hev. Li ser navê malbatên ku wêneyên zarokên xwe hildabûn Ferhat Encû daxuyanî da.

Encû nerazîbûn nîşanî biryarên ji dozên Soma ya navçeya Manîsa ya ku têde 301 karkeran jiyana xwe ji dest da û got: “Daraza ku berpirsên qetlîama Roboskî diparêzin, bi ceazayên mîna xelatê yên dayî bersûcên ji Doza Qetlîama Somayê dihatin darezandin, hem wijdana malbat hem jî ya civakê birînkiriye. Em biryarê protesto dikin.

Encû bibîr xist ku berpirsan piştî qetlîamê ji kar îstifa nekiriye û got: “Çawa ku yên ji karesata trenê ya li Tekirdagê berpirs in îsifa nekirin, li şûna ku yên xemsar nêzî vê bûne bên cezakirin, paye digirin. Tên xelatkirin. Dema ku qetlîama Roboskiyê pêk hat, Orgeneral Yaşar Guler ê dema li Navenda Çavdêriya Serfermandariyê li dîmenên Heronan dinêriya û biryara bomberdûmanê da niha bûye Serfermandarê Giştî.

Encû herî dawî got heta em bigihêjin encamê wê têkoşîna wan bidome.